3 welatî ji Lubnanê vedigeriyan ji aliyê Şamê ve hatin revandin

3 welatiyên Sûriyeyê dema xwesetin ji Lubnanê vegerin ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve hatin revandin.

3 welatî ji Lubnanê vedigeriyan ji aliyê Şamê ve hatin revandin
13 cotmeh, 2024   09:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand endamên beşa îstîxbarata leşkerî ya hikumeta Şamê 3 welatiyên ji Lubnanê vedigeriyan, revandin.

Li gorî SOHR, her sê welatî 9ˈê Cotmehê li ser benda kontrolê ya bajarokê Ertûz ê rojavayê gundewarê Şamê hatin  revandin û ber bi cihekî ne diyar ve birin. SOHR diyar kir aqûbeta her sê welatiyan nayê zanîn.

10ˈê Cotmehê jî beşa îstîxbarata leşkerî ya hikumeta Şamê welatiyekî 34 salî dema ji Lubnanê vedigeriya li deriyê sînor ê Debûse yê li gundewarê Humsê revand.

(bb)