25 darên din ên zeytûnê li Efrînê hatin birîn

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên sûcên xwe li Efrîna dagirkirî dewam dikin, çeteyan di 48 saetên borî de kokên darên zeytûnên hilkirin û 25 darên din birîn.

25 darên din ên zeytûnê li Efrînê hatin birîn
21 kanûn, 2023   16:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ku agahiyên xwe dispêre, got şêniyên ji Xûta Şerqiye yên li ser rêya Tirindê-Efrînê bi bi cih bûne, beriya 2 rojan kokên darên zeytûnê ji nava zeviyê 2 welatiyên Kurd; Nûrî Necar û Heyder Şêx Hesen bi rêya alavên mezin, hilkirin.

Çavkaniyan anî ziman ku berê jî ji vê zeviya li piş taxa Eşrefiyê dar ketober hatibûn qutkirin, bi hilkirina kokan re temam bû û ev kok ber bi rêya pira nû ve birin ku bifiroşin.

Li aliyekî din jî çavkaniyên din ji navçeya Cindirêsê anî ziman ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker 25 darên zeytûnê yê welatiyê Kurd Mecîd Cemîl Axa yê ji gundê Kanî Gewrikê yê navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê qut kirin.

(fr)

ANHA