20 girtiyên siyasî ji girtîgeha Evînê surgûnê Qizilhesar kirin

Zextên rejîma Îranê yên li ser girtiyên siyasî her diçe zêdetir dibin. Di heman çarçoveyê de rejîma Îranê 20 girtiyên siyasî ji Girtîgeha Evînê ber bi Girtîgeha Qizilhesarê surgûnkirin.

20 girtiyên siyasî ji girtîgeha Evînê surgûnê Qizilhesar kirin
19 nîsan, 2026   16:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera Dengê Binçavkiriyên Kurd û Îranê bi raporekê ragihand ku di nava çend rojên borî de 20 girtiyên siyasî ji Girtîgeha Evînê ber bi Girtîgeha Qizilhesar a Kerecê ve hatine surgûnkirin û têkiliya wan bi malbatên wan re hatiye birîn.

Hate destnîşankirin ku piştî veguhestina girtiyan tu têkiliyeke telefonî bi malbatên xwe re nekirine, ev yek jî bûye sedema zêdebûna fikarên li ser tenduristî, şert û mercên girtinê û ewlehiya wan.

Di raporê hat ragihandin ku îhtîmal heye ev girtî di hucreyên yekkesî de werin girtin, lê heta niha ji aliyê saziyên berpirs ve tu agahiyeke fermî yan zelal derbarê rewşa wan de nehatiye belavkirin.