Li Kerkûkê serçeteyekî DAIŞ’ê hate girtin

Dezgeha Asayişa Başûrê Kurdistanê girtina serçeteyekî biyanî yê DAIŞ’ê ragihand.

Li Kerkûkê serçeteyekî DAIŞ’ê hate girtin
26 îlon, 2023   18:07

Rêveberiya Operasyonên Dezgeha Asayişa Başûrê Kurdistanê têkildarî girtina serçeteyekî biyanî yê DAIŞ’ê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Rêveberiya Operasyonên Dezgeha Asayişa Başûrê Kurdistanê bi hemahengiya bi Dezgeha Dijî Terora Iraqê re di operasyoneke hevbeş de li parêzgeha Kerkûkê serçeteyekî biyanî yê DAIŞ’ê hatiye girtin.

Hate ragihandin ku çeteyê DAIŞ’ê yê ku hatiye girtin navê wî Ebû Bixarî ye û li nav çeteyan weke “Emîrê Biyaniyan” tê naskirin.