Li Reqayê li ser ′girîngiya xebata dilxwazî′ jinan civînek hate li dar xist

Çalakgreên jin ên li Reqayê diyar kir ku ji bo xizmetkirina civakê û avakirineke hevgirtî pêdivî bi xebateke dilxwazî heye. Jinan got fikra komînan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serkeftina xwe îsbat kir û divê li tevahî erdnîgariya Sûriyeyê pêk bê.

Li Reqayê li ser ′girîngiya xebata dilxwazî′ jinan civînek hate li dar xist
Li Reqayê li ser ′girîngiya xebata dilxwazî′ jinan civînek hate li dar xist
Li Reqayê li ser ′girîngiya xebata dilxwazî′ jinan civînek hate li dar xist
Li Reqayê li ser ′girîngiya xebata dilxwazî′ jinan civînek hate li dar xist
12 îlon, 2023   12:56
REQA

Meclisa Jinan a Sûriyeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser ′Girîngiya xebata dilxwazî′ li hola xwe ya li Reqayê civînek li dar xist.

Di civînê de endamên meclisên jinan û komînên li Reqayê, çalakgerên jin û endamên jin ên Nivîsgeha Kar û Barên Olî beşdar bûn.

Di civînê de endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Sûriyeyê Feyroz Xelîl li ser xebata dilxwazî û wateya komîn ku nûnertiya girîngiya xebata dilxwazî di avakirina civak û xizmetkirina wê de dike axivî.

Feyroz îşaret bi rola mezin a jinan a di xebata dilxwazî di dirêjahiya dîrokê de kir û wiha got: "Niha û di vê demê de divê em di komînan de layiqê xebata dilxwazî ya avakirina civaka xwe bin û hevgirtî bin."

Li ser serkeftina komînê ku şaneyeke civakî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye Feyroz wiha domand: "Jinên Siwêdayê banga pêkanîna Rêveberiya Xweser û piştgiriyê ji jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwazin. Ev yek nîşane ye ku fikra komînan û xebata dilxwazî serkeftina xwe di civakê de îsbat kir."

Piştre li ser rêxistinên jinan hate behskirin. Jinên beşdarî komxebatê bûne diyar kir ku rêxistin piştgiriyê di aliyên siyasî, civakî, çandî û tenduristiyê de dide jinan û wan xurt dike.

Civîn bi rêzenîqaş û pêşniyarên ji hêla jinan ve bi dawî bû. Di wan nîqaşan de hate gotin  komên jinên dilxwaz werin avakirin da ku serdana kampan bikin û rewşa wan bişopînin, pêdiviyên wan bişopînin û piştgiriyê bidin jinan.

(fr)

ANHA