Rojnameyên erebî: Urdin li hemberî Şamê bêzar e

Însiyatîfa Urdinê ya der barê dosyaya Sûriyeyê de, rewşa Lîbyayê û aloziya Lubnanê rojevên rojnameyên erebî yên îro ne.

Rojnameyên erebî: Urdin li hemberî Şamê bêzar e
29 tebax, 2023   08:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat bi sernavê "Urdin li hemberî Şamê bêzar e" nûçeyek weşand. Di nûçeyê de nêrîna çavdêrên xwecih ên urdinî yên mîna “qaçaxçiya hişbirê û çekan ku dîsa derdikeve pêş, bi xwe li ser fêdeya berdewama axaftina fermî ya têkildarî însiyatîfa Urdinê ya ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê li ser astên ewlehî, mirovî û siyasî pirsan derdixe holê” hat bicihkirin.

Li gorî rojnameyê, gotarên rojnamevanên xwecih ên nêzî navendên biryarê giraniyê didin vê yekê ku divê dosyaya sînor di çarçoveya leşkerî û ewlehiyê de bimîne. Her wiha hate diyarkirin ku Urdin ji nêzîkatiyên Şamê bêzar e û hate gotin: "Tiştek ji bingeh ve nehatiye guhertin. Lê Şamê bêyî ku guh bide Urdinê carek din xwe li herêma erebî bi cih dike.”

′HIKUMETA DEBÎBE LI PÊŞBERÎ QONAXEKE NÛ YE′

Rojnameya El Ereb jî di hejmara xwe ya îro de cih da rewşa Lîbyayê û bi sernavê "Hikumeta Debîbe li pêşiya qonaxeke nû ye" nûçeyek weşand. Di nûçeyê de hate gotin ku şerê hilweşandina hikumeta Ebdulhemîd Debîbe piştî hevdîtina wezîra karên derve ya Lîbyayê Necla Menqûş û hempîşeya xwe ya Îsraîlê Eli Cohen re ket qonaxeke nû. Her wiha hate destnîşankirin ku aliyên siyasî yên lîbyayî li benda reflekseke giran a gel in ku dibe lez bide çûyîna hikumeta Debîbe û avakirina hikumeteke nû. Li gorî rojnameyê, Debîbe dê bi hêsanî dev ji desthilatê bernede, berovajî wê dê ji bo mayîna xwe kaxezan bi kar bîne.

′LI LUBNANÊ PAYÎZEKE GERM′

Rojnameya El Cumhuriya jî bal kişand ser rewşa Lubnan. Di nûçeya rojnameyê de hat destnîşankirin ku piraniya çîna siyasî hîna bi awayekî seranser nêzî dem û astengiyan dibe. Hat diyarkirin ku her çiqas qonax zehmet be jî, lê aliyên siyasî yên Lubnanê di nêzîkatyên xwe de xwe naspêrin rêbazek zanistî.

Li gorî rojnameyê, bi hincetên cuda mehên giran li du hev derbas dibin bêyî ku çareseriyên bingehên ji aloziyên heyî re bi taybet aloziyên aborî û diravî re werin dîtin. Bal hat kişandin ku pêwîstiya welat bi planeke awarte ya lezgîn heye da ku dosya bi rêbazên nû werin çareserkirin, ne wisa be wê payîza Lubnanê di aliyê diravî û aborî de germ be.

(bb)