Muhraya Yemenê li ser rêya Rêveberiya Xweser kete rojeva rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî yên îro derketine behsa xwepêşandanên girseyî li Siwêdayê, rewşa Yemen û Nîjerê kir.

Muhraya Yemenê li ser rêya Rêveberiya Xweser kete rojeva rojnameyên erebî
18 tebax, 2023   06:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewset di nûçeya xwe de behsa hêrsa gel a li gelek herêmên hikumeta Şamê ya ji ber bilindbûna buhayên sotemeniyan kir û wiha di nûçeya xwe de nivîsand: "Ji ber bilindkirina buhayên sotemeniyê li gelek herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de xwepêşandanên girseyî li dar ketin, nexasim li Siwêdayê. Xwepêşandêran banga demokrasiyê, mîna ′Bijî Sûriye û bimire Beşar Esed′ kir.

Di wan xwepêşandanan de welatiyên têkildarî biryarên hikumetê yên dawîn ên bilindkirina buhayên sotemeniyan bedbîn in, beşdar bûn. Şahidan anî ziman ku xwepêşandêran li nêzî navendeke polîsan û nivîsgeha berpirsê parêzgehê banga îstîfakirina Esed kir, lê hêzên ewlehiyê yên li kêleka navendê sekinîbûn, nêzîkî xwepêşandêran nebûn.”

′EL ELÊMÎ LI MUHRAYÊ YE Û PÊ RE PROJEYA RÊVEBERIYA XWESER HEYE′

Bi sernavê ′El Elêmî li Muhrayê ye û pê re projeya Rêveberiya Xweser heye′ rojnameya El Ereb nûçeyek nivîsand.

Di nûçeyê de wiha hate gotin: “Aliyên siyasî yên Yemenê got serdana ku serokê Meclisa Fermandariya Serokatiyê Reşad El Elêmî ji parêzgeha Muhrayê ya li rojhilatê welat re, xwedî nîşaneyên siyasî ye ku têkiliyên daneheva Erebistana Siûdî pêk tîne, ji wan jî projeya ′rêveberiya xweser′ e ku destpêkê li Hedir Mewt hatiye pêşkêşkirin.

Li gorî van aliyên siyasî, El Elêmî hewl dide nêrîna Siûdiyê li rojhilatê welat pêk bîne, lê dibe ku hin pêkhateyên li hundir li hember vê nêrînê bin, her wiha Uman jî li hember e. Ji ber ku ew Muhrayê wek paşbaxçeyê xwe bi nav dike.

Serokê Meclisa Fermandariya Serokatiyê duh diyar kir ku meclis û hikumet pabend in ku Muhrayê bidin pêş û bihêlin welatiyên wê kar û barên xwe yên rêveberî û darayî xurt bikin û fînanseyên neteweyî di tevahî aliyan de teşwîq bikin.”

′ECOWAS: EM AMADE NE DESTWERDANA LEŞKERÎ LI NÎJERÊ BIKIN′

Rojnameya El Beyan der barê rewşa li Nîjerê de wiha nîvsand: "Rayedarekî ji rayedarên parastinê yên li Ganayê civiyabûn re got ger hewldanên dîplomatîk di bidawîkirina derbeyê de bi bin ketin, koma aborî ya dewletên rojavayê Afrîkayê ′ECOWAS′ amade ye destwerdana leşkerî li Nîjerê bike.

Duh, ev yek di civîna koma aborî de hate gotin."

(fr)