Rojnameyên erebî: Li Lubnanê rageşî, li Iraqê bangên ji bo federaliyê

Rojnameyên erebî yên îro bal kişand ser nakokiyên di navbera Îsraîl û Hizbullahê de û hişyarên welatên Kendavê yên ji bo welatiyên xwe yên li Lubnanê. Rojnameyan cih da bangên ji bo pêkanîna pergala federaliyê li Iraqê jî.

Rojnameyên erebî: Li Lubnanê rageşî, li Iraqê bangên ji bo federaliyê
8 tebax, 2023   07:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat di rojeva xwe de behsa rageşiya di navbera Îsraîl û Hizbullahê de kir û wiha nivîsand: "Piştî texmînên berpirsên Îsraîlê hatine belavkirin ku di rojên destpêkê yên şerê bi Hizbullah re dibe ku di rojê de nêzî 6 hezar moşek bên hedefgirtin. Li ser navê artêşa Îsraîlê general Daniel Hijri daxuyaniyên aramiyê dan û got artêş amade ye li hember gefên li ser Rojhilata Navîn bisekine, lê hewl dide şer pêk neyê û li gel wê ‘rêbazên şerê pêk neyê’ hene.”

Tora El Hura jî der barê sedemên li pey hişyariyên welatên Kendavê yên ji welatiyên xwe yên li Lubnanê re wiha nivîsand: "Xwediyê biryarê li Riyadê ye, dibe ku li gel wê agahiyên piştî bûyerên Eyn El Hilwe hebin, her wiha agahiyên li gundê Xecer û gefên berpirsên Îsraîlê ji Lubnanê re hebin."

Der barê rewşa li Sûriyeyê de jî tora El Hura aşkera kir ku nakokiyên di navbera hêzên Amerîkayê û Îranê de ji nû ve bilind bûn. Ji aliyekî din ve jî aliyê erênî yê li pey îmzekirina lihevkirina di navbera Erebistana Siûdî û Îranê de paşde çûn. Ew yek nîşan dide ku rewş ber bi krîzê ve diçe."

′BANGÊN JI BO PÊKANÎNA FEDERALIYÊ LI IRAQÊ′

Rojnameya El Ereb der barê rewşa Iraqê de wiha nivîsand: “Blokên siyasî yên li parêzgeha Besrayê ragihand ku hevalbendiyek bi navê ′Komeleya Feyhaa ya Federal′ ava kiriye. Armanca hevalbendiyê mafê destûrê ya ku dibe her parêzgehek an jî komek ji parêzgehên li Iraqê herêmeke xwedî xwerêvebirinê ava bike. Ew jî ji bo pirsgirêkên xwe yên girêdayî geşkirin û aboriyê bên çareserkirin.”

Li gorî rojnameyê ruxmî metirsî Ii ser armanca avakirina hevalbendiya demkî ku di çarçoveya amadekirinên hilbijartinên herêmî yên 18′ê Çileya bê de hene, lê pirsgirêkên xizanî, bêkarî û hilweşîna binesaziyê zextê çêdikin ku armancên hilbijartinan derbas bikin."

(fr)