​​​​​​​‘Tirkiye avê wek amûra zextê li dijî Sûriye û Iraqê bi kar tîne’

Lêkolînerê iraqî Riyad El Wehîlî diyar kir ku dewleta Tirk gelek bendavan ava dike da ku para Iraq û Sûriyeyê ya avê kêm bike. Her wiha destnîşan kir ku li gel Iraqê gelek alavên zextê hene ku dikare di vê mijarê de li dijî Tirkiyeyê bi kar bîne.

​​​​​​​‘Tirkiye avê wek amûra zextê li dijî Sûriye û Iraqê bi kar tîne’
1 tebax, 2023   07:22
NAVENDA NÛÇEYAN - GÎVARA ŞÊX NÛR

Serokkomarê dewleta Tirk a dagirker plan dike ku di demên bê de serdana Iraqê bike ku tevî berhemên xwe yên dewlemend lawaz bûye. Ji ber vê lawazbûnê dewleta Tirk a dagirker binpêkirinên xwe li dijî wê didomîne û para wê ya avê nade.

Şîrovekarê siyasî yê iraqî Riyad El Wehîlî lawazbûna Iraqê spart van xalan: "Kotaya mezhebî, neteweyî û partiyekî yên teng, nebûna nêrîna hin hêzan der barê berjewendiya Iraqê de, destwerdana Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di kar û barên navxweyî yên Iraqê de, têkiliyên xurt ên hikumeta Herêma Kurdistanê yên bi Tirkiyeyê re û dûrketina wê ji hikumeta navendî. Di encama van hemûyan de destwerdana leşkerî çêbû û baregehên Tirkiyeyê di xaka Iraqê de hatin avakirin. Ji vê zêdetir dewleta Tirk bi domdarî êrişî gundên Kurdan ên li bakurê Iraqê dike.”

El Wehîlî destnîşan kir ku dewleta Tirk sûdê ji tevahî aloziyên Iraqê digire û hewl dide Iraq ji mafê wê yê ava çemên Firat û Dîcleyê bê par bihêle û got dewleta Tirk gelek bendav ava kirine da ku para Iraq û Sûriyeyê ya avê kêm bike. Her wiha diyar kir ku Tirkiye her du çeman wek alava zextê li ser her du dewletan dibîne.

Têkildarî plana Erdogan ku dê serdana Iraqê bike El Wehîlî got: “Iraq piştî hatina hikumeta Sûdanî dixwaze stratejiyeke nû ya dan û standinên bi Tirkiyeyê re deyne, nemaze piştî ku têkiliyên navneteweyî bi hemû dewletan re bûne hevseng. Iraqê projeya geşkirinê daye destpêkirin, hinek welatên cîranên Iraqê jî ketine vê xetê da ku berjewendiyên siyasî, aborî û geşepêdabên hevbeş mîsoger bikin.”

Li gorî Riyad El Wehîlî Tirkiye jî dixwaze derbasî vê xetê bibe û Iraq dixwaze Tirkiyeyê jî beşdarî vê xetê bike lê bi şertê ku li gorî berjewendiyên hevbeş ên têkildarî lihevkirinên li ser avê be û got: "Li cem Iraqê alavên zextê yên wekî pevguhastina bazirganiyê ya di navbera her du welatan de hene. Iraq jî dikare nehêle herêma Kurdistanê petrolê derbasî Tirkiyeyê bike. Ev mijar hemû dê di serdanê de werin nîqaşkirin.”

(bb)

ANHA