​​​​​​​Li Sûdanê 34 kes hatin kuştin

Ji ber şerê artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn li sûka bajarê Um Derman di nav de zarok 34 kes hatin kuştin. Amerîkayê jî gefa ferzkirina cezayan nû xwar.

​​​​​​​Li Sûdanê 34 kes hatin kuştin
12 tîrmeh, 2023   08:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Reutersê, Wezareta Tenduristiyê ya Xurtomê daxuyand ku di encama şerê li sûka bajarê Um Derman ê Sûdanê de, di nav de zarok 34 kes hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, piraniya kuştiyan bazirganên sûka “El Melce” û ajokarên erebeyên veguhestinê ne.

Li asîmanê bajrê jî tevgera balafirên bêmirov dewam kir. Li hin taxên bajêr leşkerên artêşê, li hin taxan jî çekdarên Hêzên Piştevaniya Lezgîn bi cih dibin.

Hin niştecihên bajarê Um Derman destnîşan kirin ku stasyona sereke ya veguhestinê ya li herêma Şeqlê ya li başûrê bajêr û sûka sebzeyan vala bûne.

Li Um Derman di 9′ê Tîrmehê de bênavber êrişên hewayî pêk hatin. Di encamê de nêzî 22 kes hatin kuştin. Serkreterê Giştî yê NY′yê Antonio Guterres bombebaran şermezar kiribû.

Li aliyekî din, Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê aşkera kir ku ew ê cezayên nû li her du aliyên şerê Sûdanê ferz bikin û dê 4 şîrketên girêdayî hêzên çekdar ên Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn bixin nava lîsteya cezayan.

(fr/c)