Li Fransayê 2 hezar û 300 kes destgîrkirî ne

Ji dema destpêkirina xwepêşandanan ve li Fransayê zêdetirî 2 hezar û 300 kes hatine destgîrkirin.

Li Fransayê 2 hezar û 300 kes destgîrkirî ne
2 tîrmeh, 2023   08:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Hundir a Fransayê daxuyand ku şeva din 719 kes hatine destgîrkirin.

AFP`ê ragihand ku wezaretê 2 şevan li ser hev zêdetirî 45 hezar polîsan seferber kirin, ji wan 7 hezar polîs li Parîsê û navçeyên wê bi cih kirin. Li gelek bajarên din jî sewqiyatên mezin kirin.

Li Fransayê di 27'ê Hezîranê de zarokekî cezaîrî (17) Nahel M. bi hinceta ku pîvanên trafîkê binpê kirine, ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin û ev yek bû sedema xwepêşandanên şermezarkirinê û bûyerên tundiyê. Cenazeyê Nahel M. roja şemiyê li banliyoya Nanterre ya Parîsê bi merasîmekê hate veşartin.

Polîsên Fransayê şemiyê ragihand ku êvara pênşemê 667 kes, înê jî 994 kes hatine destgîrkirin. Bi vê yekê re ji destpêka xwepêşandanan ve li Fransayê 2 hezar û 384 kes hatine destgîrkirin.

(c)