Li hember hewldanên doprêçkirinê berxwedana xelkê Mexmûrê berdewam e

Artêşa Iraqê ku ji 20’ê mehê ve hewla têlkirin û dorpêçkirina wargeha Mexmûrê dide, piştî danê siharê hewla leşkerên Iraqê bi berxwedana xelkê Mexmûrê hate rawestandin. Artêşa Iraqê careke din ketiye nava hewldana ku bi hêza leşkerî dor li wargeha Penaberan a Mexmûrê bigire.

Li hember hewldanên doprêçkirinê berxwedana xelkê Mexmûrê berdewam e
28 gulan, 2023   16:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji 20’ê Gulanê ve artêşa Iraqê bi westayîtên zirxî dixwaze dor li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bigire, têl bike û kuleyan deyne. Berxwedana xelkê Mexmûrê li dijî hewlên artêşa Iraqê yên ji bo têlkirina wargehê, 9 roj in berdewam e.

Artêşa Iraqê di saetên zû yê sibehê de hewldan dora wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) têl bike û kuleyan deyne. Lê bi berxwedana xelkê Mexmûrê ev hewlên leşkerên Iraqê hatin rawestandin.

Leşkerên Iraqê carek din ketiye nava lîv û tevgerê û bi hêza leşkerî ji aliyê semta Şehîd Robar ve ku hewla têlkirin û kule danîna derdora wargeha Mexmûrê dide, xelkê Mexmûrê li berxwe dide.

Berxwedana xelkê Mexmûrê berdewam e.