Tehran: Di êrişa dawîn a Îsraîlê de şêwirmendekî leşkerî hate kuştin

Di êrişa dawîn a Îsraîlê ya li derdora Şamê de, şêwirmendekî leşkerî yê Îranê hate kuştin.

Tehran: Di êrişa dawîn a Îsraîlê de şêwirmendekî leşkerî hate kuştin
31 adar, 2023   11:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Tasnim a Îranê, Pasdarên Îranê ragihand ku di êrişa dawîn a vê sibehê de ku Îsraîlê li nêzî Şamê pêk anî, şêwirmendê Pasdarên Îranê Reşîd Îslam hate kuştin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihandibû ku Îsraîlê bi moşekan êrişî nuqteyên leşkerî yên hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirê Îranê yên li herêma di navbera Qeten û Cidêdet Ertos a li başûrê rojavayê Şamê de kiriye.

Dengên teqînan li herêmê ji ber hedefgirtina depoya çekan hate bihîstin, her wiha pergala parastina asîmanî ya Sûriyeyê moşekeke Îsraîlê xiste xwarê.

(fr)