Li Etiyopyayê di êrişên hewayî de 10 kes hatin kuştin

Îro di encama êrişên balafirên bêmirov ên biçek li dijî Mikkeli de herî kêm 10 kes hatin kuştin.

Li Etiyopyayê di êrişên hewayî de 10 kes hatin kuştin
14 îlon, 2022   10:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Reutersê, gerînendeyê Nexweşxaneya Aydir a paytexta herêma Tîgray a Etiyopyayê Mikkeli Kiberum Gebrselassie got: "Di encama bombebarana hêzên hikumetê li dijî herêmeke sivîlan a li Mikkleli de 10 kes hatin kuştin û 3 kes birîndar bûn."

Duh berdevkê "Eniya Rizgariya Tîgray" Getachew Rida gotibû ku balafirên bêmirov ên biçek yên Abî Ehmed herêma Adî Hakî ya li Mikkeli bombebaran kirine.

Piştî ku beriya çend rojan careke din şer di navbera wê û hikumeta Etiyopyayê de derket, Eniya Rizgariya Tigray yekşema derbasbûyî daxuyandibû ku ew amade ye bi çavdêriya Yekitiya Afrîkayê tev li dan û standinan bibe û şer rawestîne.

Şerê dawiya meha Tebaxê peymana agirbestê ya meha Adarê bin pê kir, ku bi rêya agirbestê ji Kanûna 2021`an de cara yekê alîkarî derbasî Mikkeli bûn.

Şer li derdora sînorê başûrê rojhilatê Tigray rû da, lê piştre li seranserî sînorê başûrê herêmê û heta herêmên rojava û bakur belav bû.

Piştî ku serokwezîrê Etiyopyayê Abî Ehmed hêz şandin ku Eniya Rizgariya Gelerî ya Tîgray têk di Cotmeha 2020`an de şer derket.

(eh)