Ji Foruma Şoreşa Jinan biryarên girîng

Di Foruma Şoreşa Jinan de encamnameyek hate ragihandin û îşaret pê hate kirin ku “civak li ser qanûnên jinan bê perwerdekirin”, “qanûnên efûyê kujerên jinan negirin nava xwe” û “komîteyek şopandinê bê avakirin da ku binpêkirinên li dijî jinan yên li herêmên dagirkirî bên belgekirin”.

Ji Foruma Şoreşa Jinan biryarên girîng
23 tîrmeh, 2022   12:12
QAMIŞLO

Foruma Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn di roja duyemîn de berdewam dike. Di forumê de encamnameyek hate ragihandin û tê de îşaret bi van xalan hate kirin:

"Zêdekirina navendên perwerdeyê, perwerdekirina kadroyên perwerdeyê, vekirina navendên şêwirmendiyê yên têkildarî malbatan û navendên piştgiriya derûnî, peywendiyên bi rêxistin, kesayetên hiquqî yên herêmî û navneteweyî re, kiryarên dewleta Tirk û komên çekdar ên bi ser wê ve werin eşkerekirin, piştgiriya navendên belgekirina sûcên li dijî jinan, rêgezên bingehîn û hikmên taybet bi jinan ên ku di Kongreya Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de li tevahiya herêmên Sûriyê werin pêkanîn.

Li aliyekî din jî komîteyeke şopandina rastiyan were avakirin ku sûcan belge bike, bi taybet ên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî pêk tîne. Doznameya şehîdxistina Hevrîn Xelef û Zehra Berkel li hemû qadên navneteweyî were vekirin.

Her wiha werşeyên bi rêya perwerdeyan hişmendiya mêran biguhere, werin avakirin, werşeyên diyalogên di navbera her du zayendan de werin avakirin. Têkildarî qanûnên jinan perwerde ji bo oldarên mêr werin dayîn. Ji rûspiyên eşîran, rewşenbîr û saziyên rêveberiyê re perwerde werin vekirin û navend ji bo jinên îşkence li wan tê kirin, werin vekirin."

Ji encamên din jî, kesên jin qetil kirine neyên efûkirin û li gorî qanûnên jinan û rêgezên wê yên li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê civak were perwerdekirin, di warê aborî de derfetên kar ji jinan re werin dabînkirin û navendên piştgiriya derûnî ji bo jinên rastî îşkenceyê tên, werin vekirin.

Her wiha piştgiriya materyalên dibistanan bi madeyên li ser bingeha wekheviya di navbera her du zayendan de, avakirina navendên piştgiriya civakî û şêwiran da ku malbatên demokratîk werin avakirin û diyardeya helandina çandî û bandora wê li ser ciwanan were sînordarkirin, ji ciwanan re perwerdeyên zanistî li ser malperên civakî werin vekirin.

Rûniştina duyemîn a Fourma Şoreşa Jinan dewam dike.

(eh)

ANHA