Rojnamevanên ji Başûr: Ji ber ku em gendelî û dagirkeriyê teşhîr dikin zextê li me dikin

Kampanya Çetir û ajansa Rojnews li ser gef û zextên Parastin û MÎT’a Tirk ên li ser rojnamevanan diyar kir ku ji ber ku ew gendelî û dagirkeriyê teşhîr dikin, zext li wan tê kirin û got “Em ê rastiyê û heqîqetê bişopînin.”

Rojnamevanên ji Başûr: Ji ber ku em gendelî û dagirkeriyê teşhîr dikin zextê li me dikin
20 tîrmeh, 2022   09:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Ev demek e li ser rojnamevanên Çapemeniya Azad, Kampanyaya Çetir û ajansa Rojnewsê ji aliyê îstixbarata Tirk MÎT’ê û Parastinê ya PDK’ê ve zextên sîxurkirin û gefên êrişê tên kirin.

Li ser vê yekê xebatkar û rojnamevanên Kampanyaya Çetir û ajansa Rojnews li Parka Azadî li Sekoya Azadî ya Silêmaniyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyaniya hevpar a Kampanyaya Çetir û ajansa Rojnewsê ji aliyê Sinûr Rehman ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

“Em komek rojnamevanên azad li Başûrê Kurdistanê di çarçoveya rêgez û etîka karê rojnamevanî de kar dikin. Erka me rojnamevanan ev e ku gendelî, nebûna xizmetgûzarî, pirsgirêk û nakokiyên nava civaka Başûrê Kurdistanê eşkere bikin û dîsa hişyarkirina civakê li hemberî dagirkerî û eşkerekirina xeta xiyanetê ya sererd û binerdê Kurdistanê ye.

Kampanyaya Çetir û Ajansa Rojnews ku zêdetirî 70 rojnamevan lê kar dikin. Belgenameya fermî ya karkirinê ji Wezareta Bazirganî, Wezareta Rewşenbîrî ya Hikumeta Herêma Kurdistanê û dîsa belgeya fermî ya karkirinê ji Hikûmeta Iraqê girtiye. Ti pirsgirêkek van hemû rojnamevanên kampanyê û ajansê li fermiyeta Hikûmetê de nîne, li gorî hiqûqê hemû pîvanên rojnamevaniyê bi cih tînin. Rojnamevan li Başûrê Kurdistanê bi taybetî li sînorên li jêr desthilata PDK’ê tên astengkirin, rê li karê medyayî digirin. Ev yek jî li dijî pîvanên karê karê rojnamevanî û mafê mirov e ya karê azadiya rojnamevaniyê ya hejmara 35 a sala 2007’an a Parlamentoya Herêma Kurdistanê ye.

Li gel van bûyeran heta niha 80 rojnamevan û çalakvanên Behdînan girtî ne û her roja diçe azadiya rojnamevaniyê li Başûrê Kurdistanê teng dibe û bi dehan rojnamevan weke Wedat Hûsên, Kawa Germiyanî û çalakvanên din hatin şehîdkirin.

‘MÎT Û PARASTIN SÎXURIYÊ LI ROJNAMEVANAN FERZ DIKIN’

Li gel rêgirîkirina karê rojnamevanî bi rêya îstixbarata Tirk MÎT’ê û dezgeya Parastinê ya PDK’ê têkilî bi rêveberê Kampanya Çetir û beşek zêde ya rojnamevanên azad re hatiye danîn ku daxwaz ji wan hatiye kirin ku li pêşberî hinek pere û hinek tiştên bê wate de exlaqê rojnamevaniyê bifiroşin û li gorî xwestek û daxwazên wan kar bikin. Eger vê jî nekin gefa êrişa derûnî li ser tê kirin. Her çendî bi temamî rojnamevanên azad vî karê bê wate û xiyanetê qebûl nakin. Çawa ku li Bakurê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve êrişî û gef li rojnamevanan tê kirin û heta niha kampanyayên taybet ên karê rojnamevaniya azad hatine girtin û dîsa 16 rojnamevan bi hincetên bê bingeh hatine girtin, bi heman rengî û siyasetê li Başûrê Kurdistanê jî desthilat bi heman rengî kar dike.

Sedemê vê astengî, rêgirî û êrişên li ser rojnamevanên azad ew e ku kar li ser eşkerekirina dagirkeriyê û dîsa hevkariya PDK’ê ya li gel AKP’’ê ye. Bi vê yekê dixwazin ev hevkarî neyê eşkerekirin.

‘ME DIKIN HEDEF’

Ji bo wê piştî civîn û agahdarkirina aliyên ewlekariyê ya Silêmanî, Sendîkeya Rojnamevanan, Sentera Metro û şûnde divê hemû raya giştî û dîsa temamê dezgehên ragihandinê jî ji vê yekê agaHdar bin. Ji ber ku ev êriş û metirsiyên li ser rojnamevanên azad û dîsa Kampanya Çetir û Ajansa Rojnews li ser hemû rojnamevanan e. Em hemû raya giştî, Hikûmeta Iraq, Hikûmeta Herêmê, nûnertiya welatan, saziyên mafê mirovan û aliyên piştevaniya rojnamevanan dikin agahdar dikin. Her metirsiyek li ser canê rojnamevanên azad û karmendên Kampanyaya Çetir û Rojnews hebin, MÎT’a Tirk, Parastina PDK û saziyên ewlekariyê yên Hikûmeta Herêmê berpirs in. Ji ber ku di demê borî de ji derveyî name û telefonên ku ji aliyê van her du dezgehên sîxUriyê ve ji bo rêveberê Kampanyaya Çetir û rojnamevanan hatine kirin, bi rêya çend malper û dezgehên PDK’ê ve jî bi eşkere em hatine nîşandan, hedefkirin û dixwazin rewatiyê bidin rêgirî û astengkirina rojnamevanên azad.

‘ZEXT Û ÊRIŞ NIKARIN ME JI RÊYA ME BIGIRIN’

Ji bo wê em rojnamevanên azad careke din piştrast dikin ku wê ti êriş, zext û gef nikare me ji rêya rast a me bigire. Ev yek wê bibe sedemê ku zêdetir girîngî bidin ser eşkerekirin gendelî, daxwazên mafê welatiyan, gihandina dengê wêrek ên nava civakê. Her wiha bi berdewamî em ê talana xwezayê, dagirkeriya dewleta Tirk hevkarên wê ya li temamê Kurdistanê eşkere bikin.

Rastî û heqîqet nayê veşartin.”