Civîna nîvê salê ya Koordînasyona Jinan bi dawî bû

Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya 6 mehan, îro bi encamnameyekê bi dawî ku dê roja jinan di saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de bi pêş bixin.

Civîna nîvê salê ya Koordînasyona Jinan bi dawî bû
4 tîrmeh, 2022   19:20
REQA

Di civînê de Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêveberiya Koordînasyonê ya Rêveberiyên Xweser û Sivîl beşdar bûn. Mijarên sereke yên civînê; nîqaşkirina rewşa siyasî ya herêmê, raporan û nirxandina kar û xebatan, danîna plansazî û pêşniyaran bûn.

Di dawiya civînê de encamnameyek hat eşkerekirin ku li gorî wê dê Konferansa Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin bê lildarxistin, gelek projeyên  biçûk ên jinan di kampan de pêk werin, turnovayên futbolê û listikên din ên jinan bê lidarxistin, berdewamkirina hemleyên bi tevgerên jinan û Meclisa Jinan a Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, vekirina baxçeyên zarokan li herêmê li gorî pêwîstiyan, amadekirina Roja Têkoşîna li diî tundiya li ser Jinan ku di 25`ê Mijdarê de ye.

Her wiha belgekirina sûcên li dijî jinan tên kirin ji aliyê Desteya Çandê û Daîreya Ragihandinê ve, vekirina navendên parastinê li Minbic û Reqayê, zêdekirin perwerdeyên îdeolojî, rêveberî û pîşesazî, yekkirina meclisên edaletê yên jinan di meclisên kantonan de li gorî rêziknameyê û temamkirina pêkanîna encamnameya civîna Koordînasyona Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya salê. Di nav de lidarxistina civîn û hemleyên hişyariyê bi tevger û rêxistinên jinan û Meclisa Jinana a herêmê da ku reşnivîsa qanûna jinan bê erkirin.

Bidawîkirina diyardeya parsiyê û xebitandina zarokan, belgekirina sûcên li dijî jinan li deverên dagirkirî û şandina wan ji rêxistinên mirovî re, peydakirina derfetên kar ji malbatên şehîdan û ciwanan re, vekirina projeyên taybet ên jinan wek sporgeha (klub) jinan li Reqayê û lidarxistina hemleyên li dijî hemû cureyên tundiya li ser jinan ku bandor li azadiya wan dikin.

Ji encanameyên ku hîn pêk nehatiye jî, avakirina navenda ji nû ve perwerdekirina zarokan li Reqayê ji ber ku li navenda devera di navbera herêmên Firat, Minbic, Dêrazor de ye, şopandina pêkanîna rêjeya ji sedî 10 a budceya salê ku ji bo deste û komîteyên jinan re hatiye veqetandin.  

Her wiha zêdekirina dewreyên fêrbûna xwendin û nivîsandinê, lidarxisitna çalakiyên hunerî yên jinan, diyarkirina projeyên taybet ên jinan di qadên çandinî û aborî de da ku desteka aboriya jinan bê kirin, erkdarkirina hevserokeke ji bo navendên guhertin û perwerdekirinê yên taybet ên mêran di rêveberiya girtîgehan de, perwerdekirina karmend û endamên rêveber ên saziyên Rêveberiya Xweser, têkoşîna li dijî gendeliyê, lîstina roleke pêşeng di projeya xweparastinê de, derxistina belavokan têkildarî têgeha hevserokatiyê.

(mh)

ANHA