Li Şehbayê jin li dijî tundiyê meşiyan

Jinên Efrîn û Şehbayê  bi meşekê tundiya li ser jinan şermezar kir.

Li Şehbayê jin li dijî tundiyê meşiyan
Li Şehbayê jin li dijî tundiyê meşiyan
Li Şehbayê jin li dijî tundiyê meşiyan
Li Şehbayê jin li dijî tundiyê meşiyan
Li Şehbayê jin li dijî tundiyê meşiyan
Li Şehbayê jin li dijî tundiyê meşiyan
18 mijdar, 2021   15:36
ŞEHBA

Ji rêzeçalakiyên bi rasthatina nêzbûna 25’ê Mijdarê, Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê, bi sedan jinên kantonên Efrîn û Şehbayê li gundê Kefer Naya yê Şehbayê meşek li dar xist.

/ar/uploads/files/2021/11/18/140815_bdyah-mslm.webp

Meş ji naverasta Kefer Naya dest pê kir. Di meşê de alên Kongreya Star, Yekitiya Jinên Ciwan û pankartên "Na ji zewicandina zarokan re, ne ji destdirêjiya cinsî re, tecawîz sûceke nayê efûkirin" hatin hiland û diruşmên şermezarkirna tundiya li dijî jinan û qetilkirina zarokan hatin berzkirin.

Meş li qada dibistana Kefer Naya vegerî mîtîngê û deqeyeke rêz hat girtin, dûvre li ser navê Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Şehbayê Bedîe Muslim axivî û wiha got: "Bi nêzbûna Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê em Yekitiya Jinên Ciwan sûc û binpêkirinên ji qetilkirin û tecawîzê ku li dijî tevahî pêkhateyan pêk tên, her wiha sûcên li dijî zarokan pêk tên şermezar dikin."

Bedîe Muslim wiha domand: "Zihniyeta mêrdestî, urf û adat hîna jî bi tevahî cureyên tundiyê li dijî jinan pêk tên, bi taybet jinên ciwan ên bi hincet cuda tên qetilkirin. Ev sûceke dûrî mafên civak û jinan e."

Bedîe Muslim wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em jinên ciwan ên kantona Şehbayê li ser fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan bi rêxistinkirî ne û soz didin ku em ê her kesê tundiyê li dijî jin û zarokan pêk tînin muhasebe bikin û li kêlek jinan bisekinin û biparêzin."

Meş bi diruşmên şermezarkirina tundiya li dijî jinan û silavkirina berxwedana jinên ciwan bi dawî bû.

(fr)

ANHA