Sînorê di navbera Sûriyê û Urdunê de îro tê vekirin

Îro deriyê sînor ê Navenda Sînor a Cabir ê di navbera Urdun û Sûriyê de li pêşiya tevgera bazirganiyê û rêwiyan tê vekirin.

Sînorê di navbera Sûriyê û Urdunê de îro tê vekirin
29 îlon, 2021   09:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Hundirîn yê Urdunê Mazin El-Feraya du roj berê ji nûve vekirina sînorê Urdun-Sûriyê (Navenda Sînorê Cabir) ragihandibû.

Wezareta Karên Hundirîn di daxuyaniya çapemeniyê de ragihand ku, ev biryar bi armanca zindîkirina tevgera bazirganî û tûrîzmê ya di navbera herdu welatan de tê dayîn.

Ji aliyekî din ve jî, wê tevgera asîmanî ya navbera Şam û Emanê jî di destpêka meha bê de were vekirin.

(dx)