Rojnameyên erebî: Li Efganistanê hişyariyên ji şerê navxweyî

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa Efganistan, Tûnis û aloziya bendava Nehdayê kir.

Rojnameyên erebî: Li Efganistanê hişyariyên ji şerê navxweyî
10 tebax, 2021   07:32
NAVENDA NÛÇEYAN

METIRSIYÊN AMERÎKAYÊ JI ŞEREKÎ NAVXWEYÎ LI EFGANISTANÊ

Têkildarî rewşa Efganistanê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Tevgera Talîban û desteserkirina 3 bajarên li bakurê welêt di rojekê de, her wiha kuştina berpirsên hikumetê li Kabulê, li gel pispor, leşker û lêkolîneran metirsiyên mezin çêkir ku dibe şerekî navxweyî yê dirêj were destpêkirin.

Rayedarên payebilind di rêveberiya Biden de gotin, rêzeserkeftinên leşkerî yên dawî yên Talîbanê nebû sedem ku Biden biryara xwe di ber çavan re derbas bike û erka hêzên Amerîkayê di dawiya mehê de bi dawî dike.

CIWANÊN NEHDA RÊVEBERÊN TEVGERA NEHDAYÊ WEKÎ BERPIRSIRÊN TÊKÇÛNÊ NÎŞAN DAN

Girêdayî rewşa Tûnisê jî, rojnameya El-Ereb ev tişt nivîsî: "Dijberên Raşid El-Xenûşî di hundirê partiya Tevgera Nehdayê de zêde bûn. Hejmareke ji ciwanên tevgerê û parlementerên wê berpirsiyariya binketina di rêveberina aloziyan de û pêkanîna xwestekên gelê Tûnisê avêt ser rêveberiya tevgerê."

AMADEKARIYÊN CIVÎNEKE SÊ ALÎ DER BARÊ BENDAVA NEHDAYÊ DE

Der barê bendava Nehdayê de rojnameya El-Beyan ev tişt got: "Çavkaniyên siyasî ji El-Beyan re got amadekariyên civîneke sê alî di navbera her sê dewletên pêwendîdar bi aloziya bendava Nehdayê re, tê kirin. Pêşniyar hebû ku civîn li Cezayîrê were lidarxistin, lê ji ber rewşa wê ya aloz li dewleteke din dê were lidarxistin.

Serokê Cezayîrê Ebdulmecîd Tebûn beriya du rojan got, însiyatîfeke Cezyîrê ji sedî sed der barê benda El-Nehda ya Etîyopya hebû û ji aliyê dewletên pêwendîdar ve bi awayekî mezin hate erêkirin.

(bx)