Kongreya Star: Berdewama êrişên Tirkiyê nîşaneya berdewama komployan e

Koordînasyona Kongreya Star a Rojava qurbaniyên komkujiyên ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker di 2013’an û 2016’an de pêk anîbûn, bi bîr anîn û soza şopandina xeta şehîdan da.

Kongreya Star: Berdewama êrişên Tirkiyê nîşaneya berdewama komployan e
27 tîrmeh, 2021   14:18
QAMIŞLO

Koordînasyona Kongreya Star a Rojava bi daxuyaniyekê qurbaniyên komkujiyên Til Eran û Til Hasil ên sala 2013 û komkujiya li bajarê Qamişloyê ya 2016'an bi bîr anîn, her wiha êrişên duh ên dewleta Tirk a dagirekr û çeteyên wê yên li ser gund û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Em Kongreya Star vê salvegera biêş a komkujiyên ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagiker di 2013’yan li Til Hasil û Til Eranê û 2016’an de li Qamişlo kirin bi bîr tînin. Di encama wan komkujiyan de bi dehan sivîl bûn qurban. Çeteyan û hêzên terorîst fikira demokrasî û mirovî qebûl nekirin, êriş kirin û hewl da fîtne û tevliheviya ewlehî û aramiyê li herêmê derxin.

Bi berdewama berxwedana şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî tevahî êrişên siyasî, leşkerî û aborî, her wiha ketina Şoreşa Rojava ya sala xwe ya 10’emîn re ku tevahî hêzên tarîtî yên bi nûnertiya DAIŞ’ê û çeteyên bi piştgiriya dewleta Tirk têk birin, hîna jî ev êriş berdewam in. Bi wê re duh dewleta Tirk gundên Til Temir û Zirganê; Dirdara, Gozeliyê û Tewîlê bombebaran kirin û gundên herêma Şehba, Şêrawa û Til Rifetê topbaran kirin.

Êrişên dagirkeriyê bi rasthatina salvegera komkujiyên ku di 2013 û 2016’an de pêk anîn, tê. Ev yek jî nîşaneya berdewama komplo û êrişên hovane ên li dijî destkeftiyên Rêveberiya Xweser e, her wiha nîşaneya tevlihevî û nakokiyên ku dewleta Tirk dijî.

Em Kongreya Star şehîdên xwe bi bîr tînin, tundî êrişên dewleta Tirk û tevahî komên wê ku bajarên me yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirine, şermezar dikin.

Em soz didin şehîdên xwe ku li ser rêça wan bişopînin heta hêviyên wan ên jiyana hevbeş, aramî û ewlehî pêk bînin."

(fr)

ANHA