Rojnameyên erebî: Rewşa siyasî ya Sûriyê li ser maseya Meclisa Ewlehiyê ye

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa rewşa Sûriyê, bombebarana Amerîka li dijî Heşd Şebî û rewşa Lubnanê kir.

Rojnameyên erebî: Rewşa siyasî ya Sûriyê li ser maseya Meclisa Ewlehiyê ye
19 tîrmeh, 2021   07:26
NAVENDA NÛÇEYAN

MECLISA EWLEHIYÊ JI BO TEVGERKIRINA XEBATÊN SIYASÎ LI SÛRIYÊ DICIVE

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî rewşa Sûriyê wiha nivîsî: “Îro, Meclisa Ewlehiyê ya Navneteweyî rûniştineke girtî li dar dixe. Nûnerê NY`yî ji bo Sûriyê Geir Pedersen dê beşdarê bibe û dê li ser tevgerkirina xebatên siyasî li Sûriyê nîqaş bê kirin. Ji dema ku her 15 endamên meclisê beriya 10 rojan li ser biryara 2585 an dirêjkirina dema mekanîzmeya gihandina alîkariyên mirovî bi rêya sîror li hev kiriye ve, ev rûniştina yekemîn e ku tê lidarxistin.

Tê pêşbînkirin ku Pedersen, endamên meclisê ji hewldanên xwe yên dawîn ji bo propagandeya însiyatîfa wî ya ji bo pêkanîna diyalogeke navneteweyî der barê Sûriyê de, agahdar bike. “

FERMANÊN ÎRANÊ YÊN ARAMBÛNÊ, HEŞD ŞEBÎ NEÇARÎ PAŞGUHKRIINA DERBEYÊN AMERÎKAYÊ DIKE

Têkildarî bombebarana Amerîka li dijî Heşd Şabî, rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Balafirên Amerîkayê, hêzeke girêdayî Heşd Şebî ku li herêma li ser sînorê di navbera Sûriye û Iraqê de bi cih bûbû, bombebaran kir. Lê belê Heşd Şebî bêdeng ma û bûyer eşkere nekir. Şîrovekarên leşkerî dibînin ku armanc ji derbeya hewayî ew e ku hişyariyê bidin wan mîlîsan û bi taybetî Îranê ku piştgiriya wan mîlîsan dike û di şerê wekaletê de li dijî hêzên Amerîkayê bi kar tîne. Nameya Amerîka ji bo wan wiha ye; hewldanên girêdana erdên Sûriyê bi Iraqê re ji bo avakirina xetekê ber bi Şam, Lazîqiyê û Beyrûtê ve li ser qiraxên Deryaya Spî, ji bo wan xeteke sor e.

Bombebarana Amerîka li dijî mîlîsan bi taybetî li herêma li ser sînorê Iraq-Sûriyê, ji bo rêgirtina li Îranê da ku rêya xwe ber bi deryaya Spî ve temam neke.

Ji aliyê xwe ve fermandarê Heşd Şebî yê Operaysonên Enbarê Qasim Muslih, agahiyên der barê bombebarana Amerîkayê de derewandin. Çavkaniyekî siyasî yê ji Iraqê jî dibêje ku ev derewandin dibe ku li ser xwesteka Îranê hatibe, da ku rageşiya di navbera mîlîsên Şîa û hêzên Amerîkayê de zêdetir nebe.

.GELO LUBNAN BER BI SENARYOYA “MECLISA HIKUMÊ” YA BI RÊVEBERIYA EWN VE DIÇE?

Rojnameya El-Beyan jî têkildarî rewşa Lubnanê wiha nivîsî: “Piştî 4 rojan ji lêborînxwestina El-Herîrî, hîna jî li Lubnanê hewldanên lêgerîna li hikumeteke nû û serokekî nû serwer e. Anku ew li benda serokê komarê Mîşal Ewn in da ku bang li parlamanteran bike ku beşdarî şêwirên parlamantoyê bibin û serokekî nû ji bo avakirina hikumetê erkdar bikin.

Li gorî daneyan, heta ku serok Ewn dema şêwirên parlamantoyê diyar bike dê demeke dirêj derbas be. Ji ber ku divê destpêkê li kesayeteke Sunî ji bo erkdarkirinê bigire.”

(cx)