Hêzên Îranê kolberekî din birîndar kir

Di encama êrişa hêzên rejima Îranê de li devera sînorî ya navbera Hacî Omeran û Pîranşara Rojhilatê Kurdistanê de kolberek birîndar bû.

Hêzên Îranê kolberekî din birîndar kir
13 tîrmeh, 2021   14:10
  NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî nûçeya Kolbernews’ê, duh hêzên rejima Îranê li xala sînorî ya Bê Xerce ku dikeve navbera Hacî Omeran û Pîranşara Rojhilatê Kurdistanê, komek kolber gulebaran kirin.

Hat gotin di encama gulebaranê de kolberê bi navê Zahir Tezahim yê ji gundê Nemînce ya Pîranşarê birîndar bû. Kolberê birîndar rakirin nexweşxaneya Pîranşarê.