DYA’yê Tirkiye xist nava lîsteya welatên zarokan weke leşker bikar tîne

Wezareta Karê Derve ya DYA’yê Tirkiye xiste nava lîsteya ‘welatên zarokan weke leşker bikar tîne’. Bi vê yekê re care yekem e ku mûtefîkek yê NATO’yê dikeve nava lîsteyê.

DYA’yê Tirkiye xist nava lîsteya welatên zarokan weke leşker bikar tîne
1 tîrmeh, 2021   21:09
NAVENDA NÛÇEYAN 

Wezareta Karê Derve ya DYA’yê Tirkiye xiste nava lîsteya ‘welatên zarokan weke leşker bikar tîne’.

Li gorî nûçeya Reutersê, di rapora Bazirganiya Mirovî ya 2021’ê ya Wezareta Karê Derve ya DYA’yê de, Tirkiye li Sûriye çeteyên Sûltan Mûrad ji bo muxalefeta Sûriye ku Enqere demek dirêje destek dike, ‘ji bo zarokên leşker desteka zelal’ dide.

Rayedareke Wezareta Karê Derve yê di asta jor de, diyar kir ku Washingtona ji bo çareserkirina pirsgirêkê hêviya xwe ya xebitînê ya bi Enqerê re anî ziman, qala bikaranîna zarokan a weke leşker li Lîbyayê kir.

Rayedarê Wezareta Karê Derve got: “Bi taybet têkildarî Tirkiye… cara yekem e ku endamê NATO’yê cih di lîsteya çalakiya pêşîgirtina zarokan a weke leşker digire.Tirkiye ya ku xwedî lîderekî bi rêz e û endamê NATO’yê ye, li Sûriye û Lîbyayê şandina leşkerên zarok û di mijara bikaranîna wê de xwedî fersend e.

Li gorî rapora Wezareta Karê Derve, ji bo welatên navê wan di vê lîsteyê de cih digirin, di mijara destûra bazirganî ya amûrên leşkerî û alîkariyên ewlekarî yên diyarker, bê ku muafiyeta serokatiyê li ber çavan bê girtin, wê bên sînordarkirin. Bi ketina lîsteyê ya Tirkiyeyê re, nayê zanîn bê ka wê sînordarkirin bi awayekî otomatîk pêk were an na.