​​​​​​​'Kongrê gaveke ber bi xurtkirina rêxistinbûyîna jinan ve ye'

Şîraz Hemo û Bêrîvan Xalid lidarxistina Kongreya Damezranda Kombûna Jinên Zenûbyayê pîroz kir û destnîşan kir ku kongrê gaveke ji bo pêşxistina rêxistinbûyîn û tevkariya jinan û parastina destkeftiyan e.

​​​​​​​'Kongrê gaveke ber bi xurtkirina rêxistinbûyîna jinan ve ye'
1 hezîran, 2021   15:59
REQA

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê Şîraz Hemo û Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid di Kongreya Damezrandina Kombûna Jinên Zenûbyayê de axivîn.

Şîraz Hemo got:"Bi rihê berxwedanê em dest pê dikin, bi sekan şervanan em silav dikin û lehengiya şîran a li hemberî dijminê nemerd em zindî dikin, bi navê jinên ji herêmên dagirkirî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî em cangoriyên azadiyê yên ku di oxira jiyaneke azad û aştiyane de canê xwe feda kirine bi bîr tnin. Em vê gava pêşeng a di çarçoveya pêşxistina rêxistinbûyîna jinan û xurtkirina tevkariya wan û parastina destkeftiyên wan de pîroz dikin. "

Şîraz Hemo bal kişand ser encamên aloziya Sûriyê ku ev 10 sal in didome û wiha pê de çû: "Aloziya Sûriyê ya ku ev zêdetirî 10 sal in didome, encamên karestekî ji şer, qirkirin, komkujî  û koçberî bi xwe re anîn. Asta vê karestekê li herêmên dagirkirî di serî de Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê de ku zêdetir bû, ku bi armanca şikandina îradeya gelan û kuştin û îşkencekirinê demografiya herêmê diguherin."

Şîraz îşaret pê kir ku pêwîste ev siyaset werin eşkerekirin û got: "Eşkerekirina van siyasetan û rastiya vê zihniyetê di radeya yekemîn de dikeve ser milê jinan, ji me tê xwestin ku kedeke xurtir ji zanebûn, xwendina felsefeya azadiyê û xwe rizgarkirinê pêk bînin. Dîrok kesayetên jin ên leheng mîna  Zenûbiya afirand, ne zehmet e ku mîna wê di dîroka heyî de jî biafirîne, Kombûna Jinên Zenûbiyayê dê roleke sereke di rêxistinbûna jinan  ku herî zêde şoreşê biparêze de bilîze."

Şîraz Hemo anî ziman ku bi têkoşînê jinan dikarî xwe rola xwe îsbat bike û hêvî kir ku ev kongrê bi biryarên xurt ji bo hemû jinan bi encam bibe.

' BI FEDEKARIYÊN ŞEHÎDAN ME TÊKOŞÎN XURTIR KIR'

Bêrîvan Xalid jî kongrê pîroz kir û got: "Em vê kongreyê li şehîd Barîn, Hind, Hemîda Tahir û Hevrîn Xelef pîroz dikin ku bi giyanê wan em gihiştin vê pêvajoyê û asta têkoşîn û berxwedana xwe xurt bikin. Em soz didin wan ku em ê têkoşînê bidomînin heta ku armancên wan bi cih bînin."

Bêrîvan Xalid diyar kir ku şoreşgereke jinan pêwîst e ku civakê bi rêve bibe, şoreşa jin divê şoreşên herî kûr ên azadî û wekheviyê be.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşek mezin a jinan qeydkirî ne û got: "Heger ew qeyd neyên şikandin wê demê azadî nine, divê jin li hemberî van qeydan xwe bi rêxistin bikin."

Bêrîvan Xalid axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Jin fermandar û pêşanga vê şoreşê ye, peyama wê ya belavkirina aştî û azadiyê li cîhanê pîroz e. Em hêvî dikin ku meclisa we ya Kombûna Jinên Zenûbiyayê biriqandina rengên bedew ên Sûriyê vegerîne û jiyanê ji nû ve geş bike û ji bo serkeftin be."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/zRUuyVBHTgs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>