Bertekên li dijî êrişên li ser Zap, Avaşîn û Metînayê zêde dibin

Li navçeyên kantona Qamişlo, Heleb û Şehbayê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojavayê Kurdistanê hatin şermezarkirin û hate gotin, armanc ji van êrişan qirkirina Kurd e.

Bertekên li dijî êrişên li ser Zap, Avaşîn û Metînayê zêde dibin
26 nîsan, 2021   15:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo şermezarkirina êrişên xwe li dijî herêmêa Metîna, Avaşîn û Zapê yên girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê, saziyên Kongreya Star ên li bajar û navçeya Qamişlo û bajarê Helebê daxuyanî dan.

HELEB

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/DDpSIN01qmY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Bi dehan endamên Kongreya Star, saziyên sivîl û partiyên siyasî li Qada Şehîdan a beşa rojavayê taxa Şêxmeqsûdê kom bûn ku daxuyaniyê bidin.

Endama Koordînasyona Kongreya Star Zeyneb Îbo bi erebî û endama Kongreya Star Zîlan Şêxo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, dewleta Tirk a faşîst careke din êrişên xwe li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna pêk anîn û kîmawî jî bi kar anîn. Li her devera ku Kurd lê heye, dewleta Tirk êrişên xwe berfireh dike, çi li Bakur û Rojhilatê Sûriyê be yan jî li Şengalê be.

AMÛDÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/RxU5dRKwE0E" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Endama Kongreya Star Munewer Xalid daxuyanî li pêş navenda xwe ya li navçeya Amûdê xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, Şengal û Rojavayê Kurdistanê qirkirina gelê Kurd e.

Her wiha got, dê gelê Rojavayê Kurdistanê li hermber êrişên dagirkeran bê deng nemîne.

GIRKÊ LEGÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/7QtZdbdtTXI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Kongreya Star û malbatên gerîlayên HPG’ê yên Girkê Legê daxuyanî da, endama rêveber a Kongreya Star Zulfa Bedro daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metîna hatin şermezar kirin û hate gotin hêzên gerîla bi vîn û xurtî êrişan didin û dê çawa li Heftanîn û Garê bi ser ketin, li wir jî bi ser kevin.

DÊRIK

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/HXCEKPNX8QE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Bi beşdariya şêniyên Dêrikê, dayikên gerîla û endamên saziyên civaka sivîl daxuyanî dan. Daxuyanî ji hêla endama Kongreya Star Etiye Şehwan ve li Çerxeriya Şehîdan hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Êrişa li dijî HPG’ê û Herêmên Parastinê yên Medyayê êriş li dijî mirovahiyê ye û bi piştgiriya hin hêzên cîhanê û PDK’ê pêk tên. Em ê têkoşîna xwe heta azadkirina fîzîkî ya Rêber Ocalan bilind bikin û heta serkeftina li dijî faşîstê piştevaniya şervanên xwe dikin."

TIRBESPIYÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Z7XgQRCqXnE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Daxuyanî ji hêla endama Kongreya Star a rojhilatê navçeyê Emel El-Elî ve li pêş navendê hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin li seranserî erdnîgariya ku faşîsta Tirk êrişî dikeû berxwedaneke gewre ya hêzên gerîla heye, bi taybet li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna. Her wiha bêdengiya civaka navneteweyî li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin.

ÇILAXA

Endama Kongreya Star Emel El-Nezal daxuyanî li pêş Çerxeriya Şehîd Mahsûm a li naverasta Çilaxa xwend.

Emel El-Nezal berxwedana Zap, Avaşîn û Metîna silav kir û wiha got: "Berxwedana gelên herêmê ya li dijî dagirkeriya Tirk û komên wê yên terorîst ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên Kurdistanê, parçeyek ji berxwedana Tevgera Rizgariya Kurdistanê ye."

Emel El-Nezal da zanîn ku roj bi roj dijminahiya dewleta Tirk a bi serkêşiya AKP’ê ji tevahî nirxên mirovahiyê û gelên têkoşer re eşkere dibe.

ŞEHBA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/lsWBH3TwcWg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Endamên Kongreya Star ên herêma Efrînê li parka navçeya Ehdasê ya girêdayî kantona Şehbayê kom bûn ku tev li daxuyaniyê bibin.

Daxuyanî bi zimanê erebî ji hêla Ayşe Mehmûd û bi zimanê kurdî ji hêla Xatûn Îbrahîm ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê hate diyarkirin ku dagirkeriya Tirk careke din û li pêş tevahî cîhana bêdeng êrişên xwe bi tevahî çekên pêşketî û kîmawî li dijî Zap, Avaşîn û Metîna pêk tîne, di heman demê de êrişî koçberên Efrînê yên li herêmên Şehbayê dike.

Di daxuyaniyê de wiha hate bidawîkirin "Em jinên Efrînê yên koçber û koçberên di kampên li Şehbayê de bi cih bûne, van êrişên hovane yên li dijî gelê Kurd Şermezar dikin û bang li cîhanê, rêxistinên mirovahî, hiqûqî û jinan dikin ku rolên xwe eşkere bikin û êrişan bi dawî bikin."

(fr)

ANHA