Kanadayê ceza li 9 rayedarên Rûs ferz kir

Rêveberiya Kar û Barên Navneteweyî ya Kanadayê ji ber binpêkirinên mafên mirovan ên li Rûsyayê ceza li 9 rayedarên Rûs ferz kir.

Kanadayê ceza li 9 rayedarên Rûs ferz kir
25 adar, 2021   09:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Kanadayê wiha da zanîn: "Ceza dê di çarçoveya keda dîplomatîk de pêk bên da ku zextê li berpirsên Rûsyayê ji ber girtina muxalîf Alexey Navalny û dan û standina bi girtiyên Rûs re bikin."

Her wiha wezîrê karên derve Marc Garneau di daxuyaniyekê de wiha axivî: "Kanada dê zexta li ser hikumeta Rûsyayê bidomîne da ku Navalny û alîgirên wî serbest berde. Binpêkirina mafên mirovan ji aliyê Rûsyayê ve dê bê ceza neyê niştin."

Her wiha Garneau diyar kir ku biryara cezayan li gorî gavên berê yên YE û DYA`yê hatiye dayîn.

(bx)