​​​​​​​DYA'yê ji El-Debîbe  re: Divê hêzên biyanî û çete bê derengî ji Lîbyayê derkevin

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken ji serokwezîrê Lîbyayê Abdulhemîd El-Debîbe re got pêwîst e agirbestê pêk bê û hêzên biyanî û çete bê derengî ji Lîbyayê derkevin.

​​​​​​​DYA'yê ji El-Debîbe  re: Divê hêzên biyanî û çete bê derengî ji Lîbyayê derkevin
22 adar, 2021   20:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku wezîrê karên derve Anthony Blinken û serokwezîrê Lîbyayê Abdulhemîd El-Debîbe îro bi rêya telefonê  axivîn û diyar kirin ku divê hilbijartinên zelal pêk bên û tedbîrên ji bo bidawîkirina şerê li Lîbyayê bi rêya xebata siyasî ya gitşî bên girtin.

Wezaretê da zanîn ku pêdivî bi pêkanîna agirbesta giştî ya ku di 23‛yê Cotmeha 2020‛an de hatiye îmzekirin, pêk bê û tevahî hêzên biyanî û çete bê derengî ji Lîbyayê derkevin.

Anthony Blinken avakirina hikumeta nû ya Lîbyayê pîroz kir.

Berpirsê karên derve û ewlehiyê yê YE’ê Josep Borrell jî di îna borî de gotibû derketina çeteyan ji Lîbyayê parçeyek  ji rêveçûna çareya siyasî ya mayînde ye û da zanîn ku divê mijara qedexeya şandina çekan ji Lîbyayê re were pêk were, da ku çareya siyasî pêk were.

(fr)