Nivîskar Newal El-Sadawî jiyana xwe ji dest da

Nivîkara misirî Newal El-Sadawî ya ku bi têkoşîna xwe ya demdirêj ji bo parastina mafên jinan û mirovan tê naskirin, duh yekşemê çû ser dilovaniya xwe.

Nivîskar Newal El-Sadawî jiyana xwe ji dest da
22 adar, 2021   09:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Newal El-Sadawî di vê dawiyê de di encama nexweşiyê de di nexweşxaneyeke li paytexta Misirê Qahîreyê dihat dermankirin. Lê piştî demeke dirêj ji nexweşiyê, duh jiyana xwe ji dest da.

Newal di dîroka nûjen de ji girîngtirîn nivîskarên jin ên Misirê û Afrîkayê ye. Piraniya temenê xwe di parastina mafên mirovan û jinan de borand.

Newal El-Sadawî li gundekî girêdayî parêzgeha Qaliyobiye ya Misirê di 27`ê Cotmeha 1931`an de hatiye dinê. Ji fakulteya tibê der çûye û zêdetirî 50 pirtûk nivîsandine. Piraniya van pirtûkan li zêdetirî 40 zimanî hatine wergerandin.

Nivîskara misirî komeleyên Hevgirtina Jinên Ereb, Perwerdeya Rast û Komeleya Nivîskarên Jinan a Misirê ava kirin. Her wiha rolek di avakirina Saziya Mafên Mirovan a Erebî de lîst. Her wiha bû gerînendeya Rêveberiya Hişmendiya Tenduristiyê ya Wezareta Tenduristiyê ya Misirê, heya demekê wek edîtora kovarekên tenduristiyê kar kir.

Newal di dirêjahiya jiyana xwe de gelek xelatên cîhanî wergirtin. Di gelek navendên zanîstî yên girîng de mîna zanîngehên Harvard, Colombiya, Duke û Sorbonneyê de semîner dane.

Her wiha Newal El-Sadawî bi nivîsên xwe yên fikirî dihat naskirin ku banga azadkirina jinên rojhilatî dikir. Ji nûjentirîn pirtûkên wê “Jin û Cins” a sala 1968`an ku bi awayekî zêde deng vedaye û di encamê de ji Wezareta Tenduristiyê hatibû derxistin.

(şx)