Di 10 rojan de 133 derbeyên asmanî li dijî nuqteyên DAIŞ`ê yên li Iraqê pêk hatin

Balafirên şer ên Koalîysona Navneteweyî di 10 rojên dawîn de 133 derbe li dijî nuqteyên çeteyên DAIŞ`ê yên li Iraqê pêk anîne.

Di 10 rojan de 133 derbeyên asmanî li dijî nuqteyên DAIŞ`ê yên li Iraqê pêk hatin
22 adar, 2021   09:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaneya Ragihandinê ya Ewlekariyê ya Iraqê ragihand ku balafirên şer ên Koalîsyona Navneteweyî di 10 rojên borî de 133 derbe li dijî nuqteyên çeteyên DAIŞ`ê li derdora Mûsilê Iraqê pêk anîne. Her wiha piştrast kir ku di encama wan derbeyan de, gelek çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin û bi dehan nuqteyên wan hatin rûxandin.

Şaneyê di daxuyaniya xwe de ev yek bi bîr xist: “Bi fermana fermandarê giştî yê hêzên çekdar bi armanca tunekirina jêderên terorê û çeteyên DAIŞ`ê, bi ferman û koordîneya fermandariya operasyonên hevbeş û endamên Saziya Têkoşîna li dijî Terorê, balafirên Koalîsyona Navneteweyî di 10 rojên dawîn de 133 derbe pêk anîn.”

Şaneyê wiha lê zêde kir: “Di encamê de 61 nuqte û 24 şikeft hatin rûxandin û gelek terorîst hatin kuştin. Em dê encamên giştî yên operasyonê piştî bidawîbûna xebatên lêgerînê li herêmên hedefgirtî, parve bikin.”

Di 2 mehên dawîn de asta operasyonên leşkerî li dijî DAIŞ`ê li Sûriyê û Iraqê zêde bûn, bi taybet piştî ku DAIŞ`ê êrişên xwe li her du welatan zêde kirin.

(şx)