"Navê wê sûc e"… bangewaziya jinan ji bo darizandina kujerên jinan li Lubnanê

Jinên çalakvan û siyasetmedar ji bo şermezarkirina sûcên kuştina jinan ji hêla hevserên wan ve, li ser malperên tevna civakî  haştaga “Navê wê sûc e” parve kir. Her wiha jinan daxwza darizandina sûcdaran kir.

"Navê wê sûc e"… bangewaziya jinan ji bo darizandina kujerên jinan li Lubnanê
13 sibat, 2021   11:06
 NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnamevan û çalakvana sûrî Lona Sefwan got: “Li Lubnanê, hefteyê carekê û hin caran her du rojan carekê jinek ji hêla hevserê wê yê berê ve tê kuştin. Ez wê bi sûcê kuştinê bi nav dikim.”

Parêzer Danyel Hiwêk endama Komeleya Ebad (Dûrahî) got: “Çanda zîhniyeta mêran hîna li civakên me belav e û xwe di ser qanûnan re dibîne. Mêrên ji hevserên xwe cuda bûne, di nava rojê de, bêyî tirsa ji qanûnan an jî ji tu desthilatekê, sûc pêk tînin. Em van sûcan qebûl nakin.”

Danyel ji ajanseke rûsî re axivî û piştrast kir ku divê sûcdar bên darizandin û divê çapemenî girîngiyê bide qanûnên ku rê li pêşiya sûcdarên van sûcan nagirin.

Li Lubnanê madeya 562’an a qanûna cezayan a Lubnanê ya sala 1943`yan betal bû. Lê ruxmî wê jî mîna wan sûcan hîna rû didin.

(şx)