Li Lubnanê rewşa awarte hate ragihandin

Li Lubnanê ji ber vîrusa koroanyê rewşa awarte û qedexeya derketina derve hate  ragihandin. Qedexe ji roja pêncşema bê dest pê bike.

Li Lubnanê rewşa awarte hate ragihandin
11 ÇILE, 2021   17:19
BEYRUT

Di civîna Meclisa Bilind a Parastinê de ku îro li Koşa Baideba hatibû lidarxistin, biryara rewşa awarte hate girtin. Biryar dê 14'ê vê mehê dest pê bike û 25'ê heman mehê bi dawî bibe, li gorî rewşê dibe ku were dirêjkirin.

Li gorî biryarê dê balafirgeha Beyrûtê vekirî bimîne, lê kesên derbasî Lubnanê bibin dê hefteyekê di otêlê de bimînin.