​​​​​​​Li cîhanê 84 milyon kes bi vîrusa koronayê ketine

Li cîhanê zêdetirî 84 milyon kes bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine û milyonek û 832 hezar kesan jiyana xwe ji dest daye.

​​​​​​​Li cîhanê 84 milyon kes bi vîrusa koronayê ketine
3 ÇILE, 2021   11:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daneyên ku Reutersê eşkere kirin, li seranserê cîhanê 84 milyon û 295 hezar kes bi vîrusa koronayê ketine û milyonek û 832 hezar kesan jî ji ber vê nexweşiyê  jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî Reutersê, welatê herî zêde korona lê belav bûye Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ye, piştre Brîtanya di rêza duyemîn de ye û piştre Brazîl, Rûsya û Hindistan tên.

(dm)