Gerîla TV Dîmenê çalakiya fedayî ya Sema Koçer ku tê de 30 leşkerên Tirk hatibûn kuştin belav kir

Gerîla TV dîmenên çalakiya fedayî ya Sema Koçer a li navçeya Bazîdê ya Agiriyê weşand. Di çalakiyê de 30 leşkerên Tirk hatibûn kuştin.

Gerîla TV Dîmenê çalakiya fedayî ya Sema Koçer ku tê de 30 leşkerên Tirk hatibûn kuştin belav kir
3 ÇILE, 2021   10:29
NAVENDA NÛÇEYAN 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê ev agahî parve kiribû:

"Di çarçoveya Pêngava Serkeftî ya Şoreşgerî de ku li Eyaleta Serhedê dewam dike, 31'ê Adarê saet di 05:00 de hevrêya me Sema Koçer li nêzî deriyê sînor ê Gurbûlakê yê navçeya Bazîdê ya Agiriyê, li dijî artêşa Tirk a dagirker ku li ber lûleya gaza xwezayî bû, çalakiyeke fedayî li dar xist. Hevrêya me Sema ku li dijî hêzên dijmin şer kir, li 5 wesayitên zirxî xist ên dest di qadê werdan û tevî lûleya gaza xwezayî wesayitên dijmin teqandin û îmha kirin. Di encama teqînê de her 5 wesayitên dijmin bi temamî îmha bûn, zêdetirî 30 ji leşkerên dijmin hatin kuştin û bi dehan leşker jî birîndar bûn.

Ev çalakî ji bo bîranîna hevrê Şehîd Alî Piling, Çîçek Botan û Dilgeş Botan hate lidarxistin."

https://gerilatv.com/uploads/videos/89e91c736_1080.mp4