Ermenistan: Azerbaycanê peymana Qerebaxê binpê dike

Ermenistan, Azerbaycanê bi binpêkirinên agirbestê li Qerebaxê tawanbar kir. Wezareta Parastinê ya Rûsya ev yek piştrast kir.

Ermenistan: Azerbaycanê peymana Qerebaxê binpê dike
12 kanûn, 2020   18:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Ermenistanê îro got, Azerbaycanê careke din dest bi êrişên xwe yên li ser herêma Qerebaxê kir.

Li gorî medyaya Rûsyayê, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê "Binpêkirina yekemîn a agirbesta li Qerebaxê" şopand.

Beriya zêdeyî mehekê Ermenistan û Azerbaycanê bi sponseriya Rûsyayê peymana agirbestê îmze kirin. Ermenistan ev peyman bi "Êşekê" bi nav kir.