Trump gef xwarin; Îranê got em ê bersiveke tund bidin

Piştî nûçeyên têkildarî ihtîmala ku serokê Amerîkayê derbeyên leşkerî li dijî Îranê pêk bîne di çapemeniyê de derketin, rayedarên Îranê got: "Her tevgera Amerîkayê li dijî me dê rastî bersiveke tundî were."

Trump gef xwarin; Îranê got em ê bersiveke tund bidin
17 mijdar, 2020   18:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Îranê (IRNA), nûnerê Îranê yê li NY'yê Elî Rîda Mîryûsifî got, hêza leşkerî ya Îranê heye bersiva her "Kiryareke bêserûber ji hêla her êrişkarî be" bide.

Ajansa Nûçeyan a Fars jî ragihand ku berdevkê hikumeta Îranê Elî Rebîî jî got, her tevgereke Amerîkayê li dijî Îranê wê rastî bersiveke tund were û daxuyand: " Civaka navnetewî di nav de dadgehên navnetewî siyasetên rejîma Amerîkayê şermezar kirin ji ber di encamên qedexeya li ser Îranê ferz kiriye derketin."

Rojnameya ''New York Times" di raporekê de ragihand ku Trump roja pêncşema borî ji şêwirmendên xwe yên payebilind li ser vebijarkên berdest ji bo destpêkirina êrişek ser bi navenda Îranê ya nûklerî ya sereke de pirsî, lê şêwirmendên wî ew qane kirin ku tu êrişeke leşkerî pêk neyne.

(bb)