Ermenistan: Hêzên Azerbêcanê navendên niştecihbûnê yên li Qerebaxê topbaran kirin

Ermenistanê piştrast kir ku hêzên Azerbêcanê topbarana navendên niştecihbûnê li Qerebaxê didomîne.

Ermenistan: Hêzên Azerbêcanê navendên niştecihbûnê yên li Qerebaxê topbaran kirin
28 cotmeh, 2020   12:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Sekretera çapemeniyê ya Wezareta Parastinê ya Ermenistanê Şuşan Stepanyan got: "Hêzên çekdar ên Azerbêcanê topbarana navendên niştecihbûnê yên li Qerebaxê, bi taybet bajarê Şuşî ya ku bûye armanca topbaranan, didomîne."

Li gorî sekretera çapemeniyê heya niha tu zirarên canî tune ne.