​​​​​​​NATO: Rûsya Alexei Navalny yê muxlaif jehrî kiriye

NATO, di civînek awarte de, piştrast kir ku kesayetiyê muxalif ê Rûsî Alexei Navalny hatiye jehrîkirin. Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stolten xwest ku ew hemî agahiyên li ser "Novochik" bigire.

​​​​​​​NATO: Rûsya Alexei Navalny yê muxlaif jehrî kiriye
4 îlon, 2020   13:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stolten ji Rûsyayê xwest ku agahiyan li ser madeya ku Navalny pê hatiye jehrîkirin, bide û got: " Divê Moskow agahiyan li ser madeya jehrî bide Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî." Her wiha anî ziman ku Navalny bi madeyeke leşkerî hatiye jehîrkirin û divê Rûsya bersiv bide û mijarê zelal bike

Navalny (44) yek ji rexnegirên serokê Rûsya Valdemir Putin e, meha derbasbûyî dema ku di balafiran rêwiyan de bû ji nişka ve rewşa wî ya tenduristiyê xirab bû.  

Berlin roja çarşemê ragihand ku "Delîl" hene ku bi gaza demarî "Novichok" hatiye jehrîkirin.