Rojeva rojnameyên erebî – 24 Sibat

Rojnameyên erebî yên îro behsa tevgera dewleta Tirk a li herêmê, hilbijartinên Îranê û belavbûna vîrûsa Corona kir.

Rojeva rojnameyên erebî – 24 Sibat
24 sibat, 2020   08:34
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-EREB: ERDOGAN SÛRIYE Û LÎBYAYÊ DI NAVA NEXŞERÊYA TIRKIYÊ YA NÛ DE XÊZ DIKE

Rojnameya El-Ereb îro behsa tevgera dewleta Tirk a dagirker li herêmê kir û got: "Serokkomarê Tirk Erdogan, nexşerêyeke nû ji welatê xwe re xêz kir û Sûriye û Lîbya jî xistin nava nexşerêyê, ji ber ku di dîrokê de ew beşek ji Dewleta Osmanî ne.

Erdogan îşaretên siyasî yên xeternak der barê Lîbya û Sûriyê de ku wekî beşek ji Tirkiya nû ne û Tirkiyê di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de winda kirin û dem hatiye vegerîne, bi lêv kirin.

Serokkomarê Tirk bêyî ku armancên xwe yên vegerandina Împaratoriya Osmanî veşêre, behsa şerê Tirkiyê yê serbxwebûneke nû li Sûriye û Lîbyayê dike.

Erdogan bi hewldana guhartina hevsengiya navneteweyî, propagandaya armancên xwe yên berfirehkirinê dike û bê dudilî dibêje "Serkeftinên ku wê gelê Tirk bi dest bixe, wê careke din herikîna dîrokê biguherînin."

Êdî rêbaza Erdogan di salên destpêkê yên şerê Sûriyê de, bi rêya destekdayîna rêxistina DAIŞ`ê di bin sîwana destekdayîna muxalefeta li dijî serokê Sûriyê Beşar Esed û bi rêya derbaskirina sînor û şerê li dijî Kurdan û dagiririna welat, diyar e.

Li Lîbyayê jî, hevpeyman bi hikumeta Terablusê ya ku Fayiz El-Sîrac serkêşiya wê dike, çêkir. Li gorî hevpeymanê, rê ji Tirkiyê re tê dayîn ku Qibris derbas bike û li zeviyên gazê heta kendava Sêrtê lêkolîn bike.

ŞERQ EL-EWSAT:JI DEMA ŞOREŞÊ DE, KÊMTIRÎN RÊJEYA BEŞDARBÛNÊ

Têkildarî rewşa Îranê, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsand: "Wezîrê karên hundir ê Îranê Rida Rehmanî Fedlî, duh bi awayekî fermî ragihand ku rêjeya beşdarbûna di hilbijartinan de ji sedî 42 bûn û ev jî kêmtirîn rêjeya beşdarbûnê ji sala 1979`an ve ye."

ŞERQ EL-EWSAT: CORONA BELAV DIBE… METIRSIYA KU VEGUHERE ‘PANDEMIYA CÎHANÎ’

Têkildarî belavbûna vîrusa Corona li Rojhilata Navîn, Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Di encama zêdebûna hejmara nexweşên Coronaya nû de ku bi awayekî fermî bi navê ‘nCoV-2019’ tê naskirin, metirsî hene ku bibe ‘pandemiya (nerxweşiya berbelav) cîhanî’. Di demekê de ku hejmara kesên ku bi Coronayê li Îtalyayê ketine, nêzî 100 bûne, li Îranê jî 8 kes mirin û Koreya Başûr jî piştî ku zêdetirî 600 kes bi nexweşiyê ketin, asta bergiriyan bilind kir."

(kc)