Mijarên rojnameyên erebî – 24 Çile

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa metirsiya Rûsyayê li ser belavbûna çeteyan li Idilbê, berdewama fişarkirina Washingtonê ya li ser Ewropayê der barê dorpêçkirina Hizbullahê de û eşkerekirina belgeyên nepen ên girêdana Erdogan bi rêxistina El-Qaîdeyê ya li Lîbyayê re, kir.

Mijarên rojnameyên erebî – 24 Çile
24 ÇILE, 2020   09:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa hevdîtina Lavrov û Pedersen a der heqê Idlibê de, dan û standinên Amerîka û Iraqê der heqê hebûna leşkerî de û daxwaza Erebistana Siûdiyê ji Îranê ya rawestandina piştevaniya komên terorîst kir.

ŞERQ EL-EWSET: LAVROV Û PEDERSEN ÎRO RÊZEDOSYAYÊN GIRÊDAYÎ SÛRIYÊ NÎQAŞ DIKIN

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: "Nûnerê navneteweyî yê Sûriyê Geir Pedersen dan û standin bi wezîrê parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu re der barê rewşa Idlibê û pirsgirêkên mirovî de pêk anîn, her wiha Wezareta Parastinê hin agahiyên girêdayî wê di rûniştinê de eşkere kirin û Pedersen di axaftina xwe de îşaret bi rola Rûsyayê ya li ser çareserkirina rewşa li Sûriyê de kir.

Sergey Şoygu wiha got: "Rûsya hevparê bingehîn ê NY’yê di xebata dan û standina çareseriya aştiyê ya ku li Astana hatiye pêşniyarkirin de ye û hêviya wergirtina alîkariyên ji dewletên dîtir di pêşerojê de kir." Sergey Şoygu diyar kir ku doza terorîstan hatiya pêşniyarkirin. Lê belê metirsiya wan a cidî der barê mijara Idlibê û çalakiyên hin rêxistinên terorî de heye.

Pedersen da zanîn ku çareya dawîn a van pirsgirêkan, aramiya li Sûriyê ye û wiha piştrast kir: "Da aramî pêk bê, pêdiviya me bi xebata siyasî heye ku divê van pirsgirêkên heyî têk bibe." Her wiha Pedersen ji Şoygu re got: "Texmîn dikim vî tiştî bi hev re nîqaş bikin da ku aramiyê li Sûriyê pêk bînin."

EL-EREB: WASHINGTON FIŞARÊ LI EWROPAYÊ DIKE DA KU HIZBULLAHÊ DORPÊÇ BIKE

Rojnameya El-Ereb bi rêya raporekê daxuyand ku Washingtonê fişaran li dijî Hizbullahê pêk tîne û wiha nivîsand: "Çavkaniyên dîplomatîk eşkere kir ku DYA fişaran li YE’yê dike ku helwesta Ewropayê li dijî Hizbullahê bi pêş bixe û çarçoveya dudilî ya ku hê jî hin komên Ewropayê tê de ne, derkeve."

Çavkaniyan wiha got: "Fişar ne tenê ji hêla Koşka Spî û Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ve pêk tên, lê belê hin têkiliyên pêwendiyê yên di navbera sîstema ewlehî ya Amerîka û Ewropayê de hatine aktîfkirin, da ku piştevaniya hîma detayên li gel tevahî dewletên YE’yê bikin."

Çavkaniyên ewlehiyê yên Amerîkayê anî ziman ku rêveberiya Washingtonê der barê helwesta YE’yê li ser Îranê ya der heqê biryara serok Donald Trump a vekişîna welatê wî ji peymana nukleerê de, bi erênî da û stand û diyar kir ku amerîkayan helwesta Ewropayê xiste çarçoveya siyasî ku dikare bibe navbeyankar di têkiliya nêzbûna Washington û Îranê de.

ŞERQ EL-EWSET: DAN Û STANDINÊN AMERÎKA Û IRAQÊ DER BARÊ HEBÛNA LEŞKERÎ DE

Girêdayî rewşa Iraqê û hebûna hêzên Amerîkayê li Iraqê, rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: "Nûnerê Amerîkayê yê teybet li Sûriyê James Jeffrey piştrast kir ku welatê wî dan û standinan bi Iraqê re der barê hebûna leşkerî ya li wir piştî biryara parlamentoyê ya bi daxwaza derxistina hêzên Amerîkayê, pêk tîne û li aliyekî din jî cîgirê fermandarê Hêzên Koalîsyona Navdewletî ya li dijî rêxistina DAIŞ’ê anî ziman ku milîsên girêdayî Îranê ji DAIŞ’ê xeternaktir in."

Jeffrey di civîna çapemeniyê ya duh li Washingtonê de da zanîn ku rêberiya Amerîkayê amade ye nîqaşê bi hikumeta Iraqê re der barê rola hêzên wan ên di koalîsyon de pêk bîne û bal kişand ser ku hin metirsiyên iraqiyan der heqê vegera rêxistina DAIŞ’ê ya careke din de hene.

Jeffrey diyar kir ku koalîsyonê xebatên xwe li Iraqê rawestandin û tenê girîngî daye parastina hêzên xwe. Her wiha destnîşan kir ku welatê wî çalakiyên DAIŞ’ê li Iraq û Sûriyê piştî kuştina fermandarê Feyleq El-Qudis ê Îranê bi derbeya Amerîkayê li Bexdayê, naşopîne.

Jeffrey îşaret bi biryara parlamentoya Iraqê ya derxistina hêzên biyanî kir û wiha got: "Biryar ne li gorî me ye û peymana girêdayî hêzên me bi hikumeta Bexdayê re pêk hatibû. Xebatên Hêzên Koalîsyona Navdewletî li dijî DAIŞ’ê li Iraqê bi sedema gefên ji hêla Îranê û milîsên Iraqê de hatine, hatin rawestandin û bi hikumeta Iraqê re ev mijar tê nîqaşkirin. Her wiha hevdîtina serok Donald Trump bi serokê Iraqê Berhem Salih re li ser forma Davos bi encam bû."

EL-EREB: BELGEYÊN VEŞARTÎ GIRÊDANA ERDOGAN BI EL-QAÎDE RE LI LÎBYAYÊ EŞKERE DIKIN

Têkildarî rewşa Tirkiyê û desteka wê ji rêxistina El-Qaîde re, rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: “Malpera Nordic Monitor a Swidî belgeyên veşartî ku tê de koma Bin Elî bi serkêşiya lîbyayî nêzî rêxistina El-Qaîde Abdulezîm Elî Mûsa Bin Elî ku leşkerên biyanî û çekan di rêya Tirkiyê ji Lîbya derbasî Sûriyê dike, belav kir.

Fermandarê koma Bin Elî bi Fîdaa El-Meczûb ê ku bi şêwirmendên Erdogan ên berê Îbrahîm Kalin (berdevkê fermî yê serokkomariyê ye niha) û Sefer Turan (mezinê şêwirmendên serokkomariyê yê niha) re di dema rêxistinkirina çûyîna leşkerên biyanî û çekan de xebitîn.

EL-BEYAN: SIÛDIYÊ DAXWAZ JI ÎRANÊ KIR KU PIŞTEVANIYA TERORÊ NEKE

Der barê Erebistana Siûdî û Îranê de, rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Erebistana Siûdî tekez kir ku niyeta tu şeran li herêmê nake û bang li Îranê kir ku piştgiriya gelê xwe bike û dev ji piştevaniya terorê berde."

Wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdiyê Adil El-Cebîr wiha got: "Îranê ya ku dest bi şerê li herêmê kir, divê piştevaniya gelê xwe bike û dev ji xwedîkirina terorê berde."

Di rûniştineke li komxebata Davos a aboriyê ya cîhanê li Swîsreyê de El-Cibîr wiha got: Welatê wî der barê destwerdana Îranê li Iraqê de bi fikar e, her wiha destnîşan kir ku Erebistana Siûdiyê girîngiyê dide Iraqê û got ku "Têkiliyên di navbera me de kevn in"

Her wiha diyar kir ku Îran dibêje ew dixwaza hêzên Amerîka ji herêmê derxe, lê tiştê ku bû berovajî wê ye.

(fr-jo)