Kurdistaniyên li Lubnanê şehîdên berxwedana 14’ê Tîrmehê bi bîr anîn

Kurdistaniyên li bajarê Terablusê yê Lubnanê berxwedana 14’ê Tîrmehê di salvegera 37’emîn de û şehîd Diyar Xerîb ê endamê Fermandariya Konseya Giştî ya KCK’ê yê di vê Tîrmehê de bi bombebarana dagirkeriya Tirkiyê şehîd bûbû, bi bîr anî.

Kurdistaniyên li Lubnanê şehîdên berxwedana 14’ê Tîrmehê bi bîr anîn
18 tîrmeh, 2019   11:19
LUBNAN

Merasîma bîranînê ji hêla Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ve li herêma kampa El-Bedewî ya bajarê Terablusê bi beşdariya bi dehan kurdistaniyan hat organîzekirin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Dûre endama rêveber a TEV-DEM’ê Şervîn Cûdî di destpêka axaftina xwe de şehîd Diyar Xerîb û tevahî şehîdên azadiyê bi bîr xist û wiha anî ziman: "Berxwedana 14’ê Tîrmehê hê jî berdewam e. Dagirkeriya Tirkiyê bi êrîşên xwe li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Baûrê Kurdistanê hewl dide vîna gelê Kurd têk bibe."

Ji aliyê xwe ve jî nûnerê Rêveberiya Xweser Abdulselam Ehmed got: "Şehîdên 14’ê Tîrmehê rêya têkoşîn û azadiyê da ku mafên gelên bindest bê bidestxistin nexş kir. Êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Başûrê Kurdistanê di nava plana berfirehkirina erdnîgarî û pêkanîna berjewendiyên Tirkiyê yên li herêmê ne."

Piştî axaftin bi dawî bûn, dirûşmên silavkirina berxwedan û şehîdan hatin berzdan.

(fr)

ANHA