Li Afganistanê êrîşeke xwekujî : 9 kes mirin

Li bajarê Celal Abad ê dikeve rojhilatê Afganistanê li dijî wesayîteke polîstan êrîşeke xwekujî pêk hat, di encamê de 9 kes mirin.

Li Afganistanê êrîşeke xwekujî : 9 kes mirin
13 hezîran, 2019   16:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Eyaleta Nenkerhar Etallah Xogiyanî anî ziman ku êrîş li taxa Sekenî ya bajêr pêk hat. Êrîşkarekî xwe bi wesayîtekê ve ku derbas dibû teqand, di encamê de 5 sivîl, di nav de zarokek hebû û 4 polîs mirin.

Heta niha ti aliyî teqîn negirtiye ser xwe.