Li Xezayê 11 filistînî birîndar bû

Li sînorê Xezayê, di çalakiya"Meşên Vegerê û Rakirina Dorpêçê" a bi navê "Roja Qudis a Cîhanê" de 11 filistnî bi guleyên artêşa Îsraîlê birîndar bûn.

Li Xezayê 11 filistînî birîndar bû
31 gulan, 2019   18:31
XEZA

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê diyar kir ku ji kesên beşdarî çalakiyên li ser sînorê Xezayê bibûn 11 welatiyê Filstînê bi guleyên artêşa Îsraîlê birîndar bûn.

Nûçegihanê me diyar kir ku girseyeke qarbalex a welatiyên Filistînê beşdarî çalakiya li ser sînor bûn û ragihandin ku hêzên Îsraîlê gule û gazên rûdikrêjê avêtin çalakgeran, di encamê de hejmarek filistînî birîndar bûn.

ANHA