Jinên Kurd û Ereb di Kargeha Çardemsal de biratiya gelan û jiyana hevpar temsîl dikin

Kargeha Çardemsal a girêdayî Komîteya Aboriya Jinan a Kantona Hesekê roleke girîng di pêşxistina asta jinan de ji aliyê aborî ve dilîze. Kargeh tevahiya cureyên mûnê hildiberîne û di nav sûkên bajêr de belav dike. Karkerên jin ên kargehê dibînin ku ew bi rêya kargehê giyanê biratiya gelan û jiyana hevpar temsîl dikin.

Jinên Kurd û Ereb di Kargeha Çardemsal de biratiya gelan û jiyana hevpar temsîl dikin
Jinên Kurd û Ereb di Kargeha Çardemsal de biratiya gelan û jiyana hevpar temsîl dikin
Jinên Kurd û Ereb di Kargeha Çardemsal de biratiya gelan û jiyana hevpar temsîl dikin
Jinên Kurd û Ereb di Kargeha Çardemsal de biratiya gelan û jiyana hevpar temsîl dikin
Jinên Kurd û Ereb di Kargeha Çardemsal de biratiya gelan û jiyana hevpar temsîl dikin
Jinên Kurd û Ereb di Kargeha Çardemsal de biratiya gelan û jiyana hevpar temsîl dikin
Jinên Kurd û Ereb di Kargeha Çardemsal de biratiya gelan û jiyana hevpar temsîl dikin
13 gulan, 2019   05:39
HESEKÊ - NESRÎN ELÎ - SILAVA EBDULREHMAN

Komîteya Aboriya Jinan a Hesekê Kargeha Çardemsal wek kooperatîfekê bi tevlêbûna 16 jinan ji her du pêkhateyên Kurd û Ereb di 21`ê Çileya îsal de vekir. Kargeh tevahiya cureyên mûne hildiberîne.

Bi armanca rêgirtina li ber keysbaziya bazirganan û ji bo pêşxistina jinan ji aliyê aborî ve bêyî ku pişta xwe bide kesekî, kargeh hate vekirin.

Di kargehê de her jinek bi 50 hezar lîreyên Sûriyê şirîk in. Piştî belavkirina hilberînên kargehê ji mûnê, qezenc li jinan wekhev belav dibe.

Girêdayî xebata kargehê endama ku di kargehê de şirîk a bi navê Xewle Abdullah El-Ehmed destnîşan kir ku bi saya kargehê ew pişta xwe nadin kesekî.

Xewle ji bajarê Helebê koçber bûye û li bajarê Hesekê ji gelek salan ve bi cih bûye. Xewle bal kişand ser ku di kargehê de bi rihê hevaltî dixebitin û biratiya gelan û jiyana hevpar temsîl dikin.

Xewle tekez kir ku ew hewl didin projeyê bi pêş bixin û ew bawer in ku bi vîna jinan dê bi ser bikevin.

Ji aliyê xwe ve endama Komîteya Aboriya Jinan a Hesekê û berpirsa Kargeha Çardemsal a mûnê Hêvîdar Şêxo got: "Me bi armanca şikandina bikarîna bazirganan a buhayên madeyan proje vekir. Em hilberînên kargehê bi buhayên guncaw di nav sûkê de belav dikin. Qezenca kargehê li endamên şirîk bi awayekî wekhev belav dibe."

Komîteya Aboriya Jinan a Kantona Hesekê gelek projeyên taybet ji bo jinan vekirine, jê Mitbaxa Înana, projeya cihê çêlan, firina Îştar a sermîsankan û zeviyên çandiniyê.

(şx)

ANHA