Piştî salên dirêj xewna xwe bi cih anî

Elîf Reşîd di 50 saliya xwe de fêrî xwedin û nivîsandinê dibe. Piştî ku derfet jê re peyda bû û vegerî daniştokên xwendinê. Elîf xewna ku bawer nedikrin ku pêk were, anî cih.

Piştî salên dirêj xewna xwe bi cih anî
Piştî salên dirêj xewna xwe bi cih anî
Piştî salên dirêj xewna xwe bi cih anî
8 nîsan, 2019   07:02
HELEB-ROZANA DADO

Di dirêjahiya serdemên borî de, hişmendiya mêrdestiyê jin ji mafên wê yê xwezayî, bi taybet jî xwendinê  bêpar dihêla.

Bi  destpêkirina çirûska Şoreşa Rojava re, jinê rolek sereke di birêvebirina civakê de lîst û gihaşt tiştên ku jê bêpar mabû.

Elîf Reşîd a 53 salî jî yek ji wan jinan e. Elîf dayîka 7 zarokan e. Dayîka Elîf endama Komîna xweser a Şehîd Gulê Selmo ye. Li taxa taxa Şêxmeqsûd a Helebê dijî. Yek ji jinên ku ji mafên xwendinê bê par mayî ye.

Elîfê ji ber hezkirina xwendinê, ruxmî temenê xwe yê mezin vegerî daniştokên xwendinê. Elîf beşdarî dewreyên xwendin û nivîsandinê ya di Komîna Gulê Selmo de bû. Elîfê xewna xwe pêk anî.

Elîf tevî 15 jinên din hefteyê 3 rojan, rojê saetek û nîv waneyê dibîne. Komîna Gulê Selmo hewl dide bi riya dewre, serdana malan û civînan tevahiya jinan çi li hundirê komînê yan jî derve perwerde bike.

Têkildarî mijarê Elîf Reşîd got: "Ji ber kevneşopiyên civakê jin di nav nezantiyê de ma. Lê bi vekirina dewreya fêrbûna zimanê dayîkê re li taxê xewna min pêk hat. Heya niha bi rêya dewreyê êdî dikarim peyvan û hevokên besît bilêv bikim. Her wiha dikarim navên dikanên taxê yên ku bi Kurdî hatine nivîsandin bixwînim.”

Di dawiyê de Elîf got: "Zanabûn bendek pêwîst û girîng ji bendên civakê ye. Ji ber wê her jinek hewl dide zarokên xwe fêr bike."

(şx)

ANHA