Bîlançoya 2017‘an a êrîşên dewleta Tirk li ser Efrînê – Bi infografîk
NAVENDA NÛÇEYAN- Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di destpêka sala 2017‘an de heyanî niha bi hemû cûreyên çekên sivik û giran êrîşî kantona Efrînê dike.
Artêşa Tirk a dagirker ji destpêka sala 2017‘an ve heyanî niha bi çekên sivik û giran wekî, hawn û doçkayê 576 êrîşî li dijî kantona Efrînê pêk anî. Di encama êrîşan de 12 sivîl, di nav de zarokekî 14 salî, jineke dûcanî jiyana xwe ji dest dan û 21 sivîlên din birîdar bûn.
Artêşa Tirk her wiha 66 caran bi balafiran êrîş pêk anîn. Li aliyekî din jî 6 caran hilkopter bi kar anîn.
Di vê wêneya infografîk de, bîlacoya êrîşê û encamên diyar dike.
Infografîk: Cînav Hesen- Medya Elî
(bb)
ANHA