Sibe kongreya nevneteweyî ya parastina mîrasê li Reqayê tê lidarxistin

Komîteya amadekar a Zanîngeha Şerq li ser amadekariyên dawîn ên lidarxistina Kongreya Navnteweyî ya Parastina Mîrasê ku dê sibe li Zanîngeha Şerq a li Reqayê dest pê bike, dixebite.

4 mijdar, 2023   16:01
REQA

Li gorî komîteya amadekar a Kongreya Navneteweyî ya Parastina Mîrasa Madî û Nemadî, dê kesayet û şandeyên ewropî û kesayetên ji tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî kongreyê bin.

Komîteya amadekar 4 kon vedan; konek ji pêkhateya Kurd re, konek ji pêkhateya Ereb re, konek ji pêkhateya Asûrî re û konek ji pêkhateya Ermen re û di her konekê de amûrên folklorîk ên her pêkhateyekê hene.

Endama komîteya amadekar a kongreyê Rena Ebdulqadir der barê mijarê de wiha got: "Dê di kongreyê de li ser bingehên dîrokî, mîrasa çandî ya madî û nemadî werin nîqaşkirin."

Rena wiha domand: "Armanc ji vê kongreyê hezkirin û hevgirtina navbera pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Ereb, Kurd, Asûr, Suryan û Êzidî zêde bin. Em bi hemû rêbazan hewl didin ev kongre bi ser bikeve."

Rena wiha pê de çû: "Ji zêdetirî hefteyekê ve xebata li ser lidarxistina vê kongreyê tê kirin. Me kon ji 4 pêkhateyên beşdar bibin re vedan."

Rena anî ziman ku çaverê ye sibe kongre dest pê bike û 2 bernameyên xwe hene; ya yekemîn ji saet 9′an sibehê heta bi saet 2′yê piştî nîvro ye û ya duyemîn ji saet 7′ê sibehê ve heta bi saet 9′an êvarê dest pêk dike: "

Rena di dawiyê de wiha got: "Di roja yekê ya kongreyê de aliyê dîrokî tên nîqaşkirin û di roja duyê de jî aliyê qanûnî tên nîqaşkirin, her wiha di roja sêyemîn de encamname û pêşniyar tên xwendin."

(fr)

ANHA