Xelkê Tebqayê şehîd Faroq El Salih oxir kir

Xelkê Tebqayê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Faroq Mihemed El Salih oxir kir û got ew ê heta gihandina civakeke demokratîk a pirrengî li ser bingeha biratiya gelan û jiyana hevbeş şopdarê şehîdan bin.

Xelkê Tebqayê şehîd Faroq El Salih oxir kir
Xelkê Tebqayê şehîd Faroq El Salih oxir kir
Xelkê Tebqayê şehîd Faroq El Salih oxir kir
Xelkê Tebqayê şehîd Faroq El Salih oxir kir
Xelkê Tebqayê şehîd Faroq El Salih oxir kir
Xelkê Tebqayê şehîd Faroq El Salih oxir kir
Xelkê Tebqayê şehîd Faroq El Salih oxir kir
Xelkê Tebqayê şehîd Faroq El Salih oxir kir
Xelkê Tebqayê şehîd Faroq El Salih oxir kir
4 mijdar, 2023   15:50
TEBQA

Bi sedan xelkê Tebqayê, nûnerên rêveberî, partiyên siyasî beşdarî merasîma oxirkirina endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Faroq Mihemed El Salih bûn. Faroq El Salih di 1′ê Mijdarê de di qezayekê li Reqayê de şehîd bûbû.

Di merasîmê de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarokê Mensora Foza El Mihemed axivî û got: "Şehîdan di oxira gel û welat di ewlehiyê de bijîn de canê xwe da."

Foza soz da ku heta dawiya jiyana xwe li ser şopa şehîdan bin.

Endamê rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê Ebdulhekîm El Umêrî wiha got: "Ji vê cihê pîroz em tevahî şehîdan azadiyê bi bîr tînin û em ê li ser şopa wan bin."

Hevserokê Meclisa Rêveber a Tebqayê Mezlûm Omer jî axivî û wiha got: "Hêzên Ewlekariya Hundirîn her tim li eniyan li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sekinî û şer kir û di hundir de jî li hember kesên hewl didin derbeyê li projeya neteweya demokratîk bidin û fitneyê belav bikin disekinin."

Omer wiha domand: "Em ji tevahî cîhanê re diyar dikin ku em heta gihandina armancên xwe yên avakirina civakeke demokratîk a pirrengî li ser bingeha biratiya gelan û jiyana hevbeş di têkoşîn û projeya xwe de dewam dikin."

Di dawiyê de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Hind Xelîl wesîqeya şehîd xwend û radestê malbatê kir.

(fr)

ANHA