ˋLi gorî biryara 1325ˋan divê jin beşdarî avakirina pêşeroja Sûriyeyê bibinˊ

Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn destnîşan kir ku divê biryara neteweyî ya 1325 ya girêdayî rola pêşengtiyê ya jinan di pêvajoya aştiyê ya Sûriyeya nû de, were pêkanîn.

ˋLi gorî biryara 1325ˋan divê jin beşdarî avakirina pêşeroja Sûriyeyê bibinˊ
11 ÇILE, 2025   18:17
REQA

Endamên Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn û mamosteyên muzîk û huneran ên Desteya Perwerdeyê ya kantona Reqayê li pêşiya mûzexaneya belgekirina binpêkirinên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku jinan di dîrokê de rolên sereke di pêşxistina civakan de lîstine.

Di berdewama daxuyaniyê de îradeya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û têkoşîna wan a bêhempa ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê û hişmendiya baviksalarî hat silavkirin.

Di daxuyaniyê de banga pêkanîna biryara 1325ˋan a girêdayî jinan, aştî û ewlehiyê ya di dîroka 31''ê Cotmeha 2000'an de hate îmzekirin, hat kirin. Li gorî biryarê, Meclisa Ewlehiyê, sekreterê giştî û dewletên endam divê tevahî tedbîran ji bo mijarên girêdayî beşdarbûna jinan di biryardayîn û xebatên siyasî de, bigirin.

(mh/fr)

ANHA