ˋJi bo pêşîgirtina li fîtneyan em asta zanabûnê bilind bikinˊ

Mamosteyên bajarê Til Birakê diyar kir ku pêdiviya vê qonaxa hestiyar bi bilindkirina hişyariyê heye û banga hevgirtina tevahî pêkhateyan kir û piştgiriya xwe ji QSDˋê re dubare kir.

ˋJi bo pêşîgirtina li fîtneyan em asta zanabûnê bilind bikinˊ
ˋJi bo pêşîgirtina li fîtneyan em asta zanabûnê bilind bikinˊ
ˋJi bo pêşîgirtina li fîtneyan em asta zanabûnê bilind bikinˊ
ˋJi bo pêşîgirtina li fîtneyan em asta zanabûnê bilind bikinˊ
11 ÇILE, 2025   17:12
QAMIŞLO

Komîteya Rêveberiya Dibistanan a bajarê Til Birakê yê kantona Cizîrê ji mamosteyan re li hola meclisa bajêr civînek li dar xist. Di civînê de bi beşdariya bi dehan mamosteyan û nûnerên partiyên siyasî yên bajêr geşedanên li herêmê hatin.

Di serî de cîgirê hevseroketiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantonê Feysel Xidir li ser qonaxa piştî ketina rejîma Beşar Esed axivî û got: "Rejîma Esed hewl da di nav pêkhateyan de fitneyan derxe, lê belê zanabûn û hişyariya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev hewldan têk birin."

Xidir girîngî da rola mamosteyan di vê qonaxê de û got: "Divê mamoste civakê bi tevahî hişyar bikin û hevgirtina civakî li hemberî hewldanên fîtneyê xurt bikin."

Endamê Akademiya Lêkolînên Stratejîk Rênas Ehmed diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ew e ku li ser hesabê Sûriyeyê Osmaniya nû vejîne.

Ehmed got: "Divê em destekê bidin şervanên xwe yên di eniyan de. Herêm di rewşeke seferberiyê re derbas dibe û divê em ji bo parastina herêmên xwe amade bin."

Di dawiya civînê de beşdaran teqezî bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li hemberî metirsî û gefên li dijî ewlehî û aramiya herêmê û yekbûna civakî li hemberî zehmetiyan, da.

(mh/fr)

ANHA